Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin 2024-11-05 12:48:07   BEDLÎS - Serokê Bariya Bedlîsê yê berê Fuat Ozgul di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Serê sibehê polîsan bi ser mala Serokê Baroya Bedlîsê yê berê Fuat Ozgul de girtin û ew kirin binçavan. Ozgul bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û wî birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.   Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeya Ozgul heye.