Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir 2024-11-05 13:54:09   AMED - Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan a walîtiya Amedê doz vekir.    Baroya Amedê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku ji bo betalkirina biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan a walîtiya Amedê ku ji bo 3 rojan ragihandibû, li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê doz vekiriye.