‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome 2024-11-05 15:02:36   STENBOL - “Nobeta Demokrasiyê” ku endamên meclisê yên CHP’î yên rêveberiya qeyûmê Şaredariya Esenyurtê nahêle bikevin hundir daye destpêkirin, di roja duyemîn de didome.    Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku bi rêya “Lihevkirina Bajar” hatibû hilbijartin, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, CHP’ê li pêşiya Şaredariya Esenyûrtê “Nobeta Demokrasiyê” da destpêkirin. Nobet, di roja duyemîn de berdewam kir.    Endamên Meclisa Şaredariya Esenyûrtê yên CHP’î xwestin saet di 10.00’ê de bikevin şaredariyê. Polîsên ku şaredarî dorpêç kirin, nehiştin endamên meclisê bikevin hundir. Şandeya CHP’ê diyar kirin ku endamên meclisê yên AKP’î dikevin hundir lê destûra wan nayê dayin û bertek nîşan dan.    Girseyê li pêşiya berîqetan dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” berz kir.    Çalakiya li Qada Esenyûrtê dê heta saet 19.00’ê berdewam bike.