‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’ 2024-11-05 15:05:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.”    Piştî Şaredariya Esenyurtê di 4’ê Mijdarê de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlihê û Xelfetiyê hatin kirin. Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî hatin dayîn û qeyûm hatin protestokirin.    STENBOL    Rêxistinên hiqûqê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û dirûşm hatin berzkirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mizgîn Argiş daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên kurdan re dixwaze siyaset û rêveberiya xwecihî li gorî xwe dîzayn bike. Argiş li dijî darbeya qeyûm banga dijderketina qeyûman li her kesî kir û xwest her kes li ber qeyûman rabe.    JI ESP’Ê DAXUYANΠ   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) daxuyaniyek nivîskî da û li dijî qeyûman banga têkoşînê kir.    WAN   Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman ji bo konvedana li Meydana Bajêr a Wanê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê civiyan. Parlamenter û hevşaredarên Wanê jî di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê girseyê li ber parkê çalakî li dar xist.    Girseyê bênavber dirûşm berz kirin û nerazîbûn nîşanî qeyûman dan. Girseyek din ku xwest ji bo konvedana li Meydana Bajêr bimeşe li Cadeya Sixkê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di nav de girse li ser astengkirina polîsan li kolanan geriyan û bang li xelkê kirin ku nerazîbûn nîşanî qeyûman bide.    Hevseroka DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî li Parka Mûsa Anter axivî û diyar kir ku divê demildest bi muxatabê pirsgirêka kurd re bê rûniştin û dest bi muzakreyan bê kirin û dawî li rejîma qeyûman bê anîn. Dîlekçî xwest ku her kes li ber qeyûman rabe û dengê xwe derxe.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG   Rêxistina DEM Partiya Colemêrgê jî li navenda bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Hevserokê DEM Partiya Bajêr Kadîr Şahîn daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew pêvajoyek ku li bendê bûn pirsgirêk bi diyalog û muzakerayan bê çareserkirin lê ber wan xefik hatibû danîn. Şahîn got ku ew ê qet serê xwe li ber rejîma qeyûman netewînin û bi paş ve gav neavêjin. Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Her wiha Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê jî li dijî qeyûman li ber avahiya şaredariyê ya kevn daxuyanî da û qeyûman protesto kirin. Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê têkoşîn û berxwedana wan a li dijî darbeya qeyûman bênavber berdewam bike.    ERZIROM   Rêxistina DEM Partiya Erziromê jî li navçeya Qerayaziyê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman protesto kir. Hevserokê DEM Partiya Erziromê Bariş Kemaloglû daxuyanî xwend û anî ziman ku tayînkirina van qeyûman nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye û ev qeyûm di heman demê de li dijî îrade û mafê hilbijartinê yê gelê kurd e.    ŞIRNEX   Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, xwest li Parka Botaş a navçeya Cizîrê konê çalakiyê vegire. Polîsan destûr nedan çalakiyê û girseyê ev biryar protesto kir. Hevşaredarên Cizîr û Silopiyayê, saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn.   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da û wiha got: “Ji aliyekî ve banga hilbijartinê dikin ji aliyê din ve jî destkeftiyên gelê kurd desteser dikin. Hûn dikarin qeyûman tayin bikin lê heta kurdek jî hebe ew têkoşîna azadiyê wê berdewam bike. Hûn dikarin hevalên me ji pêywirê dûr bixin lê hûn nikarin vîna me teslîm bigrin. Qeyûm xesp e. Yên ku li dijî vê yekê bedeng dimînin jî hevakarên wan in. Rojekê li ber hiqûqê wê hesaba vê yekê bidin. Berdela xwe çi dibe bila bibe heta dawiyê têkoşîna me wê berdewam bike.”   Piştî daxuyaniyê, girseyê bi dirûşma “Qeyûm wê hesabê bide gel” meşiya û derbasî avahiya partiyê bûn.