Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike 2024-11-06 08:07:28 ÊLIH - Ciwanên ku bi roj li ber şaredariyê û li derûdora wê li ser pêya bûn û li ber xwe dan, tevahiya şevê jî li cade û kuçeyan agir pêxistin û desteserkirina îradeya xwe protesto kirin.  Duh tevahiya rojê ciwanên Êlihê li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê li qadan bûn û li ber xwe dan. Ciwanan tevahiya şeve jî li ser pêya bûn û li dijî qeyûman çalakî li dar xistin. Ciwan li taxên Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Cûdî Petrolê yên Êlihê li kuçe û cadeyan rê girtin û çalakî li dar xistin. Ciwanên du sê roj in li dijî qeyûm û tundiya polîsan nerazîbûn nîşan didin bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne”, “PKK gel e, gel li vir e” berz dikin.    Ciwanên ku li kuçeyan û cadeyan agir pêxistin û xwedî li îradeya xwe derketin. Polîsan bi fişekên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiyên ciwanan kirin û ciwanan jî bi fişekên hewayî bersiva êrişan dan.   Tê payîn îro jî çalakiyên ciwanan berdewam bikin.