Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin 2024-11-06 10:48:23 AMED - Danişîna ewil a doza Narîn Guran ku hê jî gelek guman û pirs bêbersiv mane û nehatine zelalkirin, dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Berfîn Polat diyar kir ku rayedaran hê jî bersiva tu pirsan nedane û banga beşdariya danişînê kir.  Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûliyê ya ser bi navçeya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. Cenazeyê Narîn Guran piştî 19 rojan li çemê ango newala binê gund roja 8’ê îlonê hat dîtin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê qetilkirina Narîn Guran amadekirin, ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo mamê Narînê Salim Guran ê girtî, dayika wê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ji ber sûcê "Bi hevparî kuştina bi qestî ya zarokan” cezayê muebedê hat xwestin. Ji dosyeya cînayetê 8 kes girtî ne û dê bên darizandin.    Yekemîn danişîna dozê dê sibê (7ê Mijdarê) li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. Lê belê tevî ku cînayeta Narînê bû rojeva sereke ya raya giştî jî lê pişt perdeya têkildarî cînayetê hê jî bi tevahî nehatiye zelalkirin. Gelek guman û pirsên têkildarî cînayetê nehatine zelalkirin û kes nizane ku bûyer çawa qewimî ye û Narîn ji bo çi hatiye kuştin û windakirin.   BARAN GURAN SERLÊDANA XWE BI PAŞ VE KIŞAND    Birayê Narînê yê mezin Baran Guran ku di qetilkirina Narînê de tenê ew ne gumanbar bû, di 16'ê îlonê de serî li Baroya Amedê dabû û daxwaza alîkariya hiqûqî kiribû. Baran Guran paşê daxwaza xwe paşve kişandibû û di 28’ê cotmehê de li ser medya dîjîtal parvekirinek pêk anî û xwedî li dayik û birayê xwe yê girtî derket. Baran Guran bi paşvekişandina daxwaza xwe pirsên di hişê raya giştî de zêdetir kir.    RAPORA SAZIYA TIBA EDLÎ YA STENBOLÊ    Di rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ku 20’ê îlonê hat eşkerekirin de, hat diyarkirin ku Narînê roja 21’ê tebaxê hatie xeniqandin. Raporê ji bo lêpirsînê şandin Serdozgeriya Komarê ya Amedê.    BAROYA AMEDÊ BI SIFATA MUŞTEKÎ DÊ TEV LI BIBE    Baroya Amedê bi sifata muştekî serî li darazê da, daxwaza baroyê di 3’yê cotmehê de hat qebûlkirin. Baroyê ji bo cînayeta Narînê were ronîkirin komîsyonek jî ava kir.    Di îdianameya ku hatiye amadekirin de gelek guman hene û tevî guman û pirsên hene jî lêkolîn nehatiye kirin. Hema bêje di îdianameyê de ji gelek aliyan ve pirsên di nava raya giştî de bêbersiv hatine hiştin.    GUMAN HENE LÊ LÊKOLÎN NÎN E    Di îdianameya 27’ê cotmehê hat qebûlkirin de gelek xemsarî-îhmalkarî cih digirin, lê belê cih nedane faîlên rast ango faîlan. Di îdianameyê de têkildarî îhmalkariyên qewimîne jî tu lêpirsînek ango karûbarek îdarî hatiye kirin nehatiye kirin cih negirtiye. Di îdianameya 14 rûpelî de behsa honandina bûyerê hatiye kirin û tenê cih dane Salîm Guran ku 9 rojan wek gumanbar hatiye dîtin û şûna geza li ser milê Enes Guran.    GOTINÊN ENSARÎOGLÛ NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN    Di îdianameyê de lêkolîn û lêpirsînek der barê gotinên parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû de tune ne û lê balkêş e tevî ku Ensarîoglû gotibû malbat “dostên me ne” jî tu tiştek derheqî wî de nehatiye kirin.    ‘LÊPIRSÎN BI BANDOR NEHAT KIRIN’    Tê payîn ku zêdeyî 50 baro û rêxistinên zarok û jinan beşdarî danişîna dozê ya ku dê sibê dest pê bike bibin. Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat bang li hemû beşên civakê kir û xwest beşdarî danişînê bibin. Polat bi bîr xist ku hê jî gelek detayên cînayetê nehatine ronîkirin û wiha got: “Dîmenê ku dema cenazeyê Narînê hat dîtin, îspat bû ku ev cînayet çiqasî bi rêxistinî, profesyonelî hatiye kirin û tenê ne ji aliyê kesekî ve hatiye kirin. Di encama vê lêkolînê de ku bi awayekî bi bandor nehat kirin, heta niha agahiyên zelal li ber destê me nîn in ka çi hatiye serê Narîn? Ji aliyê kê ve û bi çi rêbazan ev cînayet hatiye kirin? Ev pirs heta niha ji aliyê rayedaran ve nehatine bersivandin û tu pirsên derheqê kuştinê de nehatine bersivandin.”    Polat destnîşan kir ku ew ê sibê li Dadgeha Amedê bin û ew ê daxwaz bikin ku daxilî dozê bibin. Polat ev bang kir: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin danişînê.”    MA / Şîlan Çîl