Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir 2024-11-06 13:55:12 MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên mafên kesên di çalakiyên protestokirina qeyûm de tên binpêkirin, stant danî. Serokê baroyê Ahmet Duyan bang li hiqûzanan kir ku li dijî qeyûman dengê xwe derxin.  Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetî berdewam dikin. Nobetên li dijî qeyûman hatin destpêkirin jî didomin. Baroya Mêrdînê li dijî muhtemeliya ku binpêkirinên mafan di çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dane destpêkirin biqewime de stant danî. Baroya Mêrdînê îtîrazî biryara “qedexekirina çalakî û daxuyaniyan” a walîtiyê kir. Baroyê gelek parêzeran ji bo stantê wezîfedar kir.    Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan diyar kir ku wan stantê li dijî binpêkirinên mafên welatiyan ku xwedî li îradeya xwe derdikevin danîne. Duyan anî ziman ku ew di rojên dawî de li benda aştiyê û nîqaşên destûra bingehîn a nû bûn lê ew bi tayînkirina qeyûman re rû bi rû man.   'TU ELEQEYA QEYÛMAN BI HIQÛQÊ RE NÎNE’    Duyan da zanîn ku bi polîtîkaya qeyûman re hêvî û bendewariya aştiyê ji holê hat rakirin û got ku pêşî li hêviya aştiyê hatiye girtin. Duyan anî ziman ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji holê hatiye rakirin û tiştên diqewimin tu eleqeya wê bi hiqûq, destûra bingehîn re nîne û pêkanîna qeyûm yek ji pêkanînên OHAL’ê ye. Duyan destnîşan kir ku armanca danîna stanta wan ew e ku pêşî li binpêkirinên mafan bigirin û rapora binpêkirinên mafên qewimîne amade bikin û destek hiqûqî bidin welatiyan. Duyan bang li hemû baroyan û hiqûqzanan kir ku li ber qeyûman rabin û dengê xwe derxin.    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin