Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn 2024-11-06 16:00:11   MÊRDÎN - Li Kerboranê di qezaya trafîkê de ku rû da ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Kerborana Mêrdînê şofêrê wesayîtekê ji kontrolê derket û wesayîtê qeza kir. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê rizgariyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Di wesayîtê de 8 kes hebûn. Halîm, Hatîce û Eyup Tan ên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar û miriyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.