Li Qoserê gel dest bi meşê kir 2024-11-06 16:34:45     MÊRDÎN- Di çarçoveya protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li Qoserê meş tê lidarxistin.    Berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike. Xelkê Mêrdînê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nobeta xwe didomîne û li Qoserê jî gel dest bi meşê kir. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û bi sedan kes tev li meşê bûn.    Hevşaerdar Ahmet Turk dê piştî meşê li Qada Azadiyê daxuyaniyê bide.    Berfirehiya nûçeyê tê...