Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin 2024-11-06 19:16:53   RIHA - Li Rihayê jinên di rêveberiya herêmî de cih digirin diyar kirin ku ew qeyûman qebûl nakin û wê gotina dawî ew bêjin.   Piştî qeyûm tayînê şaredariya Xelfetiyê bû berxwedana li dijî qeyûman hat destpêkirin didome. Jinên  di rêveberiyên herêmî yên navend û navçeyan yên DEM Partî ya Rihayê de dixebitin li ber şaredariya Xelfetiyê daxuyaniyek dan. Jli ser navê jinan hevşaredara Wêranşarê Berdriye Yorgun daxuyanî xwend.   Bedriye Yorgûnê da zanîn ku ew bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li dijî qeyûman berxwe didin û got: “Gel vê rejîma qeyûm qebûl nake. 8 sal berê jî qeyûm tayînkirin. Lê gel bersiva herî mezin daye wan. Jinan bi berxwedana xwe nîşan da ku qeyûman naxwazin.”   Bedriye Yorgûn 25’ê Mijdarê jî bibîr xist û got wê gotina dwî jin b^jein û têkoşîn axwe li dijî êrîşan bilind bikin.   Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû û çalakiya nobetê jî didome.