Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin 2024-11-15 12:14:13 DÊRSIM -Seyîd Riza û hevalên wî di 87’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dêrsimê hatin bibîranîn. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di bîranînê de axivî û got: “Yên daxwaza wan a aştiyê heye, divê bi komkujiyan re hevrû bibin. Hesabê didin û lêborînê dixwazin.”  Ji pêşengên gelê kurd Seyîd Riza û hevalên wî ku 87 sal berê li Qada Bugdayê hatibûn bidarvekirin, hatin bibîranîn. Kesên bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Kolana Hunerê hatin gel hev, bi pankarta “Me tu tiştek ji bîr nekir, me tu tiştek efû nekir Xo virra meke!” û bi wêneyên kesên hatin qetilkirin ber bi Qada Seyîd Riza ve meş li dar xistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî tev li meşê bûn.    Serokê Şaxa Komeleya PSAK’ê ya Dêrsimê Alî Ekber Kaya, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî. Bername, piştî bi kirina duayan û bi vêxistina çirayan, bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘BILA LÊBORÎN WERE XWESTIN Û CIHÊN GORÊN WAN BÊN EŞKEREKIRIN’    Ergîn Tekîn li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê axivî. Tekîn, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî û got: “Bi ser re 87 sal derbas bûn lê em hêj jî êşa wan hîs dikin.” Tekîn, got ku hêj jî pişaftina sîstematîk didome, ji gelê Dêrsimê lêborîn nehatiye xwestin û arşîv nehatine parvekirin. Tekîn, wiha domand: “Bila bi awayekî fermî lêberînê bixwazin, arşîvan vekin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên nîşandan.”    NEVIYÊ SEYÎD RIZA: EM Ê HESABA WÊ BIPIRSIN    Piştre jî li ser navê komên baweriyan axaftin hatin kirin û kesên hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Nevîçirkê Seyîd Riza, Seydalî Polat jî wiha got: “Zarokên me teqez dê rojekê hesaba vê ji we bipirsin. Em tevahiya şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.”    Ji dayikên Elewiyan Menşûre Dogan diyar kir ku di wêneyê ser dîwarê Dêrsim 38’ê Seyîd Riza û hevalên wî pêxas û di stûyê wan de zincîr hatine sekinandin û got: “Ev, rastiya dewletê ye. Me ev jiya qet nebe bila tu kesên din nejîn. Em mecbûr nînin tolê hilînin. Hema êdî zilma xwe dîsa nepijînin û nedanin pêşiya mirovan, tu tiştekî din ji we naxwazin.”    ‘EM MECBÛRIN XWEDÎ LI VÊ MÎRATEYÊ DERKEVIN’    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî. Koçyîgît, destnîşan kir ku tekane sûcê Seyîd Riza, rêhevalên wî û 70 hezar mirovên bêguneh kurdbûna wan bû, serînetewandina an bû û teslîmnebûna wan bû. Koçyîgît, wiha domand: “Dixwestin hebûna xwe biparêzin lewma hatin qetilkirin. Di bin navê ‘otorîteya dewletê’ de li Dêrsimê 70 hezar insanên me qetil kirin. Di şikeftan de bi gazên jehrî xeniqandin. Bi singuyan zikê dayikên me qelaştin. Niha jî hewl dide dîrokê dîsa texrîb bikin. Dixwazin bi çîrokên pir cuda têkoşîna Dêrsimê reş bikin. Weke neviyên Seyîd Riza, weke zarokên Herde Derweş, weke rêhevalên Elîşêr, Zarîfe, Sakîne, Mazlum, Denîz û Îbrahîman em mecbûr in xwedî li vê mîrateyê derkevin.”   ‘CIHÊN GORÊN WAN EŞKERE BIKIN’   Koçyîgît, got ku komkujiya li dijî Dêrsimê hêj didome û bal kişand ser qirkirinên ekolojiyê û polîtîkayên pişaftinê. Koçyîgît, destnîşan kir ku divê dewlet êdî biryarekê bide û ev tişt anî ziman: “Em bangekî eşkere dikin; gelo bi rastî jî hûn aştiyê dixwazin? Bi milyonan kes aştiyê dixwazin. Yên ku aştiyê dixwazin, divê bi komkujiyê re hevrû bibin, lêborînê bixwazin û tişta pêwîst bikin. Ev 87 sal in em cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nizanin. Heke hûn di gotinên xwe de jidil bin, wê demê cihê gorên Seyîd Riza û rêhevalên wî nîşan bidin. Divê dewlet ji ber sûcên xwe hesabê bide û lêborînê bixwaze.”    Koçyîgît, herî dawî got ku dê têkoşîna wan a li dijî zilmê berdewam bike û    Merasîma bîranînê bi vêxistina findan û belavkirina loqmeyan bi dawî bû.