Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn 2024-11-16 09:04:56 RIHA - Şaredariya Xelfetiyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 6 meh û 26 rojan de, 34 milyon û 447 hezar TL deynê ji qeyûm û Şaredarê AKP'î Şeref Albayrak mayî da û xizmeta gelek gundên ku berê ximeta wan nehatibû kirin kir.  Şaredariya Xeleftî ya Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku qeyûm tayinî wê hat kirin, di 6 meh û 26 rojan de pratîka rêveberiya herêmî ya demokratîk nîşan da. Hevşaredarên ku mazbataya xwe di 8'ê Nîsanê de girtin û peyama "emê bi hev re bi rê ve bibin" di dema li ser kar man de vê pratîkê dan der.    Çalakiya ewil a hevşaredarên ew bû ku deynên qeyûman ên di navbera 2016-2019'an de bi gel re parve bikin. Hevşaredaran 460 milyon û 601 hezar deynê ku Şeref ALbayrakê AKP'î hiştibû bi avahiya şaredariyê daliqandin.    Hevşaredar ji bo tespîtkirina nelirêtiyan komîsyonek ava kirin. Hat tespîtkirin ku Şeref Albayrakê AKP'î di salekê de 438 mal û milkên şaredariyê yên bi bihayê 588 milyon TL'yî firotine û pereyê ku diviyabû di qaseya şaredariyê de be ne tê debû. Ji ber vê hevşaredaran giliyê Albayrak kir. Lê belê hê jî ji bo vê tiştek nehatiye kirin.    Tevî vê jî hevşaredaran tedbîrên teserifê pêş xistin û tenê di 5 mehan de (heya 1'ê Cotmeha 2024'an) 34 milyon û 447 hezar û 587 lîre deyn dan.    Hevşaredarên Xelefetiyê yên DEM Partiyê piştî hatin ser kar "xeta Alo daxwaz û gilî" çêkirin û hewl dan daxwazên gel çareser bikin.    HIN XEBATÊN HATINE KIRIN   Hin xebatên di dema rêveberiya DEM Partiyê de hatine kirin bi vî awayî ne:   * 40 hezar metrekare kevirên parke hatin bicihkirin, li gelek cihan kevirên parke yên xerabûyî tamîr kirin û li 2 gundan baxçeyê malên şînê hatin selihandin   * Li gundê Goganê kevirên 5 parkên bêxwedî hatibûn hiştin paqij kirin û li 2 parkan dar hatin çandin û zemîna wan hat çêkirin   * Li gundê Argilê 3 park hatin tamîrkirin. Li zemîna parkan giha hat çandin.    * Li navendê navê Narîn Guranê li parkekê hat kirin û koma lîstikan a zarokan hat çêkirin.    * Li gundê Ortayolê rêya 2 kîlometreyî hat betonkirin.   * Li gundê Aftarê xîç li kuçeyan hat rijandin û zemîna kevirên parkeyî hat çêkirin.    * Li Xelfetiya Jêr li du cihên talûke dîwarê îstinadê hat çêkrin.    * Amûrên înşeatê ji bo kesên pêdiviya wan pê hebû hatin belavkirin.    * Ji bo 300 xwendekarên çente û amûrên kirtasiyeyê hatin stendin.    * Mînîbuseke şaredariyê her roj li nava navçeyê bêheq mirov birin û anîn.    * Her meh pêdiviyên 30 nexweşên çolyakê hatin dabînkirin.    MA / Emrûllah Acar