Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn 2024-11-19 09:01:05 STENBOL - Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, ji ber ku silav daye muwekîlê xwe wî H.A ku li heman girtîgehê girtî ye, der barê wî de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.  Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de, di 25'ê Cotmehê de li gelek navçeyên Stenbolê serdegirtina malan hat kirin. Di serdegirtina malan de endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin. Di 30'yê Cotmehê de ji 40 kesan 19 kes bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz   Hat hînbûn ku Sarsilmazê ku ji ber hevdîtinên telefonan yên di çaçroveya xebatên pîşeyî de hat girtin, bi îdiaya "îxstibaratê" hatiye girtin.    Hat hînbûn ku der barê Sarsilmaz de ku ji 30'yê Cotmehê ve li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) girtî ye, bi lez û bez lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin. Sarsilmaz li girtîgehê bi parêzer û hevkarê xwe re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê rasti muwekîlê xwe yê ku li heman girtîgehê ye hatıye. Gardiyanan mudaxele kir û xwest Sarsilmaz silavö nede muwekîlê xwe. Sarsilmaz bertek nîşanî vê yekê da û got ku silavdayînt iştekî mirovî ye.    ÎTIRAZ HAT KIRIN   Di dema bûyerê de, der barê Sarsilmaz de tu zabitname nehat çêkirin û hat destnîşankirin ku piştî bûyerê gardiyanan zabitname çêkiriye. Serokatiya Dîsîplînê ya girtîgehê di çarçoveya zabitnameyê de lêpirsîn da destpêkirin. Hat diyarkirin ku Sarsilmaz îtiraz kiriye.