ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN 2024-11-20 09:00:23   * Fadîle Yilmaz ku ji ber zext û zordariya dewletê ji xaka xwe hate koçberkrin û li Mexmûrê bi cih bû, diyar kir ku jiyana wan bi saya paradîgmaya “azadîxwaziya jinê” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guherî û jinên jinedîtî ve dihatin bûn pêşengên civakê.    * Di muhletnameyê de ku ji girtî Mehmet Durak Karak ê ku 29 sal in girtiye û înfaza wî hat şewitandin re hat şandin, roja tehliyeyê wekî "heta mirinê" hat nivîsandin. Karak bi rêya birayê xwe peyama “Em ji cezayê wan natirsin” şand.   * Eren Keskînê diyar kir ku darvekirinên li Îranê ji mirov nikare li derî pirsgirêka kurd binirxîne û got ku divê li dijî cezayê darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatine birîn deng bê derxistin.    * Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê diyar kir ku wan midûriyetên jinan ên ku ji aliyê qeyûmt ve hatibûn bêerkkirin yek bi yek çalak kirine û projeyên ku ew ê bi sernavê "Tundî, tiryak, budçe û bajarê ewledar" pêk bînin vegot.   * Li 6 rojnamegerên binçavkirina hempîşeyên xwe protesto dikirin cezayê hefsê hatibû birîn û hinceta cezayê jî weke “Beşdarî daxuyaniya ji berê de nehatibû ragihandin” û “Tevî hişyariyê jî belav nebûne” hatin nîşandan.    * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û parlamenter dê têkildarî tundiya li ser jinan li pêşiya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî daxuyaniyê bide. (11.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li civîna partiya xwe ya li Bayrakli ya Îzmîrê bibe. (12.00)   * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (13.00-19.00)   * Nûnerê Kovara Gerçekê Namik Taranci dê di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Deriyê Mêrdînê ya Amedê bê bibîranîn. (13.00)