Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê 2024-11-20 09:25:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Fadîle Yilmaz ku ji ber zext û zordariya dewletê ji xaka xwe hate koçberkrin û li Mexmûrê bi cih bû, diyar kir ku jiyana wan bi saya paradîgmaya “azadîxwaziya jinê” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guherî û jinên jinedîtî ve dihatin bûn pêşengên civakê.  Her yek ji Kurdên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) dijîn xwedî çîrokeke dramatîk in. Sedema bingehîn a li pişt van çîrokan ew e ku ew neçar bûne ku bibin penaber. Bi taybetî dema mijar dibe jin, ev êş şopên kûr di bîrê de dihêle. Di salên 1990'yan de li Kurdistanê gelek gund weke "herêmên ewlehiyê taybet" hatin îlankirin. Li gel vê konsepta dewletê bi ser gundan de girt û cerdevanî li şeniyên herêmê da ferzkirin. Şeniyên herêmê ku ev ferzkirina dewletê qebûl nekirin jî rastî tundî, îşkence, kuştin û qetilkirina dewletê hatin. Yek ji wan bajaran jî Şirnexê bû. Li gundên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê bi dehan gund bi darê zorê hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Welatiyên ku di xeta welatparêziyê de gav neavêtin jî berê xwe dan Herêma Federe ya Kurdistanê. Welatiyên ku li vir jî bi rojan rêyan de man rastî zilm û zordariya PDK'ê hatin. Kampa Mexmûrê di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin. Kampa ji Kurdên ku piştî ku Tirkiye di sala 1994'an de ji ber sedemên ewlehiyê reviyan li vir hatin bicihkirin.    Di vê pênaberiyê de kesên ku herî zêde rastî tundî, zilm û zordariyê hatin jî helbet jin bûn. Jinên ku piştî li kampê hatin bicihkirin dest bi jiyaneke nû kirin.  Bi fikriyata “Modernîteya demokratîk” li her qadên jiyanê pêşengî kirin. Yek ji van jî Fadîle Yilmaz a ji gundê Nireh ê Qilebanê ye. Fadîle Yilmaz, li gundê Nêrehê dayik bûye û mezin bûye û bi malbata xwe re neçar maye ji van xakan koç bike. Mîna hemû penaberan, ew jî travmaya giran a terikandina axa xwe û tiştên ku di rêya koçberiyê de jiyaye, dijî. Fadîle Yilmaz, niha jî li li Wargeha Mexmûrê di bin dorbêça PDK'ê ya bejahî û ya dewleta tirk a hewayî de dije. Fadîle Yilmaz, serpêhatiya xwe ya koçberiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.    VALAKIRINA GUND    Fadîle Yilmaz, diyar kir ku ji ber ku wan cerdevanî qebûl nekir ew ji xaka xwe penaber bûn û wiha got:" Bavê mn 7 keç û du kur hebûn. Me jiyana xwe li gundan derbas kir. Hemû kar û xebat li ser milê me jinan bû. Di dema me de jin zêde nedihatin naskirin. Di demê bapîr me de gundên me girtin. Ji her gundekî hin kes birin. Ew kesên birin geliyê Bedlîsê îşkence kirin û qetilkirin. Heta ku hestiyên van mirovan jî nehatin dîtin. Di dema me de jî ev zilm berdewam kir. Qimeta kurdan wê demê li cem dewletê nebû. Hê wê demê dijminatiya wan destpê kir. Dewlet tu car nebû dostên me û dê nebe dostê me. Ew zilma wan hê destpêka zayina kurdan destpêkiriye û heta niha didome. Wê demê li ser her jineke kurd, ciwaneke kurd û zarokeke kurd zilma dewletê hebû. Di salên 90’î de zilma dewletê di asta herî jor de bû. Yek jinek nediwêrî ji mala xwe derbikeve. Wê demê ti pêşengiya jinan nebû, jin di malê de dihatin hepskirin. Navberekî leşker ketin nava gundê me û cerdevanî ferzkirin. Gotin wê herkesek,'çeka dewletê rake' lê kesekî ev qebûl nekir."    'ME GOT QESTA BIRAYÊN XWE BIKIN'   Fadîle Yilmaz, bi lêv kir ku ew ji ber zext û êrişên dewletê ketin riyên koçberiyê û got ku wan xwest ku xwe ji vê zilmê xelas bikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber zext û êrişên dewletê em reviyan. Dema ku em di malên xwe de digotin,' em ê agirî berdin malên we' Wê demê tîmên taybet ê dewletê hebûn. Keseke bi navê Yildirim hebû di nav van de. Bi pêşengiya vî wan çeteyan êriş li ser malan digirin. Ewqas anîn serê me ku em reviyan.    Êdî rewş gihişteke asteke wisa xerab ku me nedikarî deriyê mala xwe ji kesekî re vekin. Hikûmetê evqasî zilm kir. Carekî hatin gundê Ziravik bi wesayita zirxî bi gulebaran reşandin. Di malekî de 2 zarok di hembêza dayika xwe de hatin qetilkirin. Bi wan re dayika wan jî qetilkirin. Di wê malê de çend kes qetilkirin. Êdî şeniyên gund tirsiyan û gundên xwe berdan û reviyan. Wexta ku gundên xwe berdan me jî got,' Kurdistana Başûr rizgar bûye em ê biçin qesta birayên xwe bikin' piştre me rewş dît û em ji gundê xwe derketin û derbasî Cizîrê bûn. Malbata min jî her yek aliyekî ve reviya. Niha di gundê me de malbata min tune ne. Ji xwe gundê me xerabe ye. Piştî ku em sê mehan li Cizîrê man me li wir jî îdare nekir. Em bi rêyan ketin. Piştre milet kom bi kom derbas dibûn. Di riyan de noqteyên ku em lê disekînin em bi hefteyan diman û piştre em dîsa bi rêketin. Her roj helikopter li ser serê me digeriyan. Heta ku di bombardimanê de  li Şeranişê sê pêşmergeyên YNK'ê şehîd ketin. "   RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ   Dayika Fadîle Yilmaz, bal kişand li ser zehmetiya rêwîtiya koçberiyê û diyar kir ku PDK'ê ji bejahî û dewleta tirk jî ji hewayî êrişî wan dikir Fadîle Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj serê sibehê me zarokên xwe hildigirtin û em diçûn şikeftan de me xwe ji helîkopteran veşart. Ew zarok di hembêza me de ji ber dengê teyaran ditirsiyan û dicemidîn. Wan jî her yek deqîqe carekî em ji hewayî bombardiman dikirin. PDK'ê ti mudexele nedikirin û nedigot,'Dema ku em ji ber Saddam reviyan çûn van em xwedî kirin' bi şev bi piyan em ji kampê derketin. Di rê de ne av hebû, ne xwarin hebû. Ava ku benzin di nav de hebû me dida zarokên xwe. Dîsa PDK'ê bela xwe ji me venedikir û ji dewleta tirk re dibû alîkar.    Wê demê li Zaxo grevên birçîbûnê destpêkirin. Sedemê vê greva birçîbûnê jî ew bû ku gelê ku li bakur hatiye weke penaber qebûl bikin. Vê çalakiyê encam girt û Netewên Yekbûyî jî piştgirî da. Lê em hê di riyan de bûn. Piştre em birin geliyê qiyamet. Ava wê derê hebû û me li wir jiyan kir. Lêbelê PDK her roj dihat dora me digirt. Kesek nedikarî derbikeve. Dayik tenê derdiketin pêdiviyên malê pêk tînan. Dema ku zilamek yan jî ciwanek derdiket girtin dibirin. Şivaneke me hebû û navê wî Mehmûd bû. Şivan bû û li ber pezê xwe bû. Li wir berçavê me qetilkirin û pezê wî jî birin û çûn. Em demeke dirêj li geliyê qiyametê man. Piştre ambargo danîn ser me. Sê mehan nehiştin ku kesek ji malê derbikeve. Em gelek mexdûr bûn. Pariyê nan nebû ku bixwin."    'BI SAYA FELSEFEYA OCALAN EM HETA ROJA ÎRO HATIN'    Bi domdarî Fadîle Yilmaz anî ziman ku jinên ku hem ji aliyê dewletê ve û hem jî ji aliyê hişmendiya serdest a mêr ve dijîn li wargehê li gel naskirina fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jiyaneke nû avakirin û bûne pêşengên civakê û wiha pê de çû: “Lê me dîsa jî serê xwe netewand. Me jiyan ava kir. Me nîsk diheriya dikir nan. Dayikên ku diçûn berûyan gule li wan reşandin. Jinên ku birîndar bûn çêbûn. Her carê êrişî me dikin. Gelek kes jî li wir PDK'ê kuştin. Me pariyê xwe bi hevre parve dikir. Rojekî rê li me girtin û bi ser kampê girtin. Bijîşkên wan di nav me de bû. Me rê li bijîşkên wan girtin û di nav xwe de hiştin. Yek kes derketiba digirtin dibirin. Çend rojan bijîşk di nav me de man û piştre me berdan. Piçek bela xwe ji me vekirin. Ew tundî, ew zilm, xîzanî hemû me jinan dît. Zarok di malê de birçan de digiriyan jin pê diqehirîn. Gelek zarok jî mirin. Ji xwe kesê ku tişt ji malê re tînan jî jin bûn.    Bi saya birêz Abdullah Ocaln jin hate nasîn. Beriya wî tu mafê jinan nebû. Jin bindest bûn. Me xwe nas kir û em niha di her qadên jiyanê de pêşengiye dikin. Bi saya felsefeya serokatî em heta roja îro hatin. Ew tundiya li ser jinan hatiye kirin, ew zilma ku jinan hatiye kirin her tişt yek û yek vegot. Jinan mafê xwe naskir. Jina ku weke bindest dihate dîtin bû qehreman. Jin niha dikare her derê xwe biparêze û jiyanê birêve bibe. Devereke weke Başûrê Kurdistanê dema ku tu diçî mêvaniyê nahêlin ku jin bên civata ku mêr tê de rûne. Lê piştî ku me felsefeya Rêber Apo naskirî ew kirasê zilmê li ser me rabû. Li ku derê jinek hebe divê ku xwedî li felsefeya Ocalan derbikeve."   'LI DIJÎ ZILM Û TUNDIYÊ EM Ê TEBIKOŞIN'   Fadîle Yilmaz, anî ziman ku di wargehê de tevî êrişên PDK'ê û dewleta tirk jî ew weke jin li ber xwe didin û axaftina xwe wiha qedand: “Me sozek daye heta ku rih di canê me de be em ê doz û fikrê birêz Ocalan biparêzin û bidin jiyan. Li vir em di bin dorbêça PDK'ê de ne. PDK li bêjahî û Tirkiye jî li hewayî êrişî me dike. Ev êrişên li ser me tu caran bi dawî nebûn. Belkû mînaka şenber a kurdbûnê ya herî zelal wargeha Mexmûrê ye. Lê li vir me jiyaneke nû ava kiriye. Her çiqas bi êrişên xwe dixwazin ku vî berhemê ku me avakiriye tune bikin jî dê nekarin. Çawa ku em bi pêxas bi rojan bi birçî, tî di rêyan de man û me dev ji welatparêziya xwe berneda em ê îro jî bernedin û li dijî zilmê, tundiyê heta dawiyê têbikoşin.”    MA / Zeynep Durgut