DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn 2024-11-20 16:28:30 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî cezayên li hevşaredarên Colemêrg û Dêrsimê hatine birîn daxuyanî da û wiha got: “Bi van biryarên derhiqûqî yên darazê re hûn ê weke derbekar bên bîranîn.”  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî cezayên hefsê yên li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatine birîn daxuyanî da.    Li ser hesaba medyaya dijîtal a DEM Partiyê wiha hate gotin: “Îktîdar, bi cezayên daye Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş re hewl dide derbeya qeyûm û hewldana xwe ya dagirkirina şaredariyan rewa nîşan bide. Em van biryarên siyasî red dikin. Bi van biryarên xwe yên darazê yên derhiqûqî û êrişên li dijî îradeya gel re hûn ê weke derbekar bên bîranîn.”