Ji jinên wanî banga meşê 2024-11-21 09:01:31 WAN - Jinan ji bo meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ku dê li Wanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku ew ê li qadan li dijî feraseta mêr-dewletê daxwazên xwe biqîrin. Jinên wanî ji bo meşa girseyî ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ku wê saet di 13.00'an de li ber Qesra Aydin Perîhanê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin. Jinan banga "Em li dijî tundiyê û ji bo jiyanek wekhev û azad dengê xwe bilind bikin" kirin.   Necla Tartanê bal kişand ser tundiya li ser jinê û got: "Em tu heqaretên li jinan tên kirin qebûl nakin û em ê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bi cih bibin û bersiva herî zelal bidin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû jin li qadan bin. Em jin û zarok em li hemû qadên jiyanê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em jin dibêjin 'êdî bes e.' Pêdivî pê heye ku hemû jin hev du nas bikin."   'EM BIN DENGÊ JINAN'   Zehra Uralê diyar kir ku bi sedan jin hene ku ji ber kuştinê dibe ku 25'ê Mijdarê nebînin û got: "Em ê li dijî her cure tundiya li ser jinê bimeşin. Em ê bi hev re li dijî tundiyê rabin. Divê em ji bo bibin dengê jinê li qadan bin."    Leyla Bugeyê anî ziman ku jin ji berê heta niha ji aliyê pergalê ve hatine qetilkirin û tên qetilkirin û ji bo rawestandina van komkujiyan wê niha jî li qadan bin.   'HAYA ME JI TUNDIYA LI SER JINÊ HEYE'   Endama Meclisa Şaredariya Tûşbayê Rabîa Çakirê anî ziman ku wekî jin êdî tu tundî û bêhurmetiya li hemberî jinê qebûl nakin û wiha got: "Haya me jî ji tundiya li ser jinê heye. Haya me ji siyaseta li hemberî jinê û zextên li ser wê heye. Ji bo pêşî li zextan, kuştinê û tundiyê bê girtin em ê di 25'ê Mijdarê de li ber Aydin Perîhan AVM'yê bin û em ê nîşan bidin ku em hene."    Endama Meclisa Şaredariya Tûşbayê Nazmiye Acarê jî banga têkoşînê li hemû jin û zarokên di bin tundiyê de ne kir û wiha got: "Bernameyên me di çarçoveya 25'ê Mijdarê de berdewam dikin. Em ê li dijî her cure tundiya li ser jinê bisekinin. Di vî warî de, em wekî jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de saet di 13.00’an de li ber Aydin Perîhan AVM'yê bin û em bang li hemû jinan dikin ku beşdar bibin."