Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin 2024-11-21 12:45:17     AMED - TUAY-DER a Amedê bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” kampanyaya pereşandina ji girtiyan re da destpêkirin. Starta kampanyayê hate dayin û banga piştevaniyê hate kirin.    Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê û bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin. Têkildarî kampanyayê li pêşiya Şaxa Teşkîlata Posta û Telgrafê (PT) ya semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû daxuyanî hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    Hevseroka TUAY-DER a Amedê Yeter Erel Tuma di daxuyaniyê de got ku binpêkirinên li girtîgehan didomin û da zanîn ku tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye.    ‘EM SEPANÊN KEYFÎ QEBÛL NAKIN’    Yeter Erel Tuma anî ziman ku bi hinceta şandina pereyan derheqê xizmên girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha domand: “Ev yek nayê qebûlkirin. Pereyê ji girtiyan re tên şandin, ava wan e. Ji bo pêşîlêgirtina piştevaniyê ev sepan xistine meriyetê. Em vê sepana keyfî qebûl naki.”    Piştî daxuyaniyê, ji şaxa PTT’ê ji bo hesabên girtiyan pere hatin şandin.    Di çarçoveya kampanyayê de dê her hefteyê li bajarên cuda ji bo girtiyan pere bên şandin.