Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe 2024-11-25 10:56:51 AMED - Zilamên bi boneya 25’ê Mijdarê li Amedê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakî li dar xistin bertek nîşanî qedexeya walîtiya Amedê ya ji bo “Jin, Jiyan, Azadî” dan û gotin: “Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe.”  Walîtiya Amedê bi îdiaya “termînolojiya rêxistinê ye” hewl da dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qedexe bike û bertekên li dijî vê hewldanê didomin. Polîsan, bi îdiaya talîmata walîtiyê hewl dan pêşî li ber berzkirina dirûşmê bigirin lê hewldana wan encam negirt. Duh li Amedê gelek zilaman bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çalakî li dar xistin. Zilaman, bertek nîşanî hewldanên qedexekirina dirûşmê dan.      Mehmet Tanrikulu yê tev li çalakiyê bû wiha got: “Ev biryar, biryareke şaş e. Hemû astengî û qedexeyên li dijî jinan, çavkaniya xwe ji bêtehemûliya li hemberî xeyala avakirina civakeke azad a têkoşîna jinan e. Em ê li cem jinan cih bigirin û ji bo azadiya jinan têbikkoşin.”      Veysî Kaya jî got; “Jin jiyan bi xwe ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta jin azad nebin, civak jî azad nabe. Divê em ji bo vê têbikkoşin. Divê ev têkoşîn ne tenê di gotinê de bimîne. Ji ewil divê jin azad bibe. Ji bo vê jî divê hem jin hem jî zilam têbikoşin.”    'ÊRIŞÎ DESTKEFTIYÊN JINAN DIKIN’     Mehmet Şerîf Aktaş jî diyar kir ku bêtehemûliya li dijî felsefeya Jin, jiyan, azadiyê her tim hebû û wiha got: “Partiya me (DEM Partî) vê mijarê ji Serdema Neolotîkê ve digire dest. Em nikarin bibêjin ev bêtehemûlî mijara roja me ye ji ber ku divê mirov li çavkaniya pirsgirêkê binêre. Pergala mêrê serdest mîna duh îro jî destkeftiyên jinan hedef digire. Qedexekirina dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ êrişeke li dijî zimanê kurdî û jinên kurd e. Heta ku zîhniyeta nêrza hebe dê civaka kurd jî li dijî vê li ber xwe bide û têkoşîna xwe mezin bike.”    'TU KES NIKARE VÊ FELSEFEYÊ QEDEXE BIKE’    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî got ku ew biryara qedexeyê nas nakin û ev tişt anî ziman: “Ev yek parçeyeke dijminatiya AKP-MHP’ê ya li dijî jinan û gelê kurd e. Dîktatoriya AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li hemberî jinan venaşêrin. Tu kes nikare felsefeya li her çar aliyên cîhanê belav bûye qedexe bike.”