Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin 2024-11-25 11:19:09   AMED - Bi hinceta dîmenên di dema çalakiyên Kobanê de kişandibû li rojnameger Rojhat Dogru cezayê muebbetê hatibû dayin. Îtîraza li dijî cezayê hate redkirin.    Heştemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 6’ê çileya 2022’yan de bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” cezayê muebbetê û 12 sal û mehek cezayê hefsê da rojnameger Rojhat Dogru. Dadgehê, di heman demê de ji bo girtina Dogru biryar da. Dîmenên rojnameger Dogru di dema çalakiy3en 6-8’ê cotmeha 2014’an di çalakiyên Kobanê de kişandî, weke hinceta cezayê hatin nîşandan. Dîmenên kul hêjayî xelatê bûn, li dadgehê weke sûc hatin nîşandan.    ENDAMEKÎ ŞERH DANÎ   Parêzerê Dogru, Resûl Temûr biryar bir îstînafê. 2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê bi piraniya dengan îtîraz red kir. Di biryarê de hate gotin kul hinek kêmasî di biryara dadgeha herêmî de hatine tespîtkirin lê ev dikarin li ser dosyayê bên temamkirin. Di biryarê de îdiaya “lki gorî hiqûqê ye” hate kirin.    Dadgerekî endam jî biryar şerhê da. Dadgerî got ku Dogru di dema darizandina xwe de tawanbariyên lê tên kirin qebûl nekiriye, naveroka dîmenên aydê roja bûyerê, giliyê gilîker piştî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê hatiye kirin, meseleya teşhîsê 3 sal piştî bûyerê hatiye kirin û ev weke sedema şerhê destnîşan kir. Dadger got ku ji bo sûcê “Hewldana kuştinê” ya Dogru pê tê tawanbarkirin “delîlên têr, teqez û pêbawer” tune ne. Dadger, diyar kir ku divê Dogru ji van sûcan beraet bike. Dadger xwest ku di navbera îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” de lêkolîn were kirin bê ka qutbûneke fiîlî ya hiqûqî heye yan na û piştre biryar were dayin.    Parêzer Temûr, piştî biryara îstînafê serî li Dadgeha Bilind da.