Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê 2024-11-25 17:00:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi boneya 25’ê Mijdarê û bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" daketin qadan.    Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran çalakiyên girseyî li dar xistin. Li bajarên Kantona Cizîrê yên Hesekê, Qamişlo û Girke Legê, li bajarê Kantona Firatê Kobanê û li bajarên Reqa û Tebqayê bi hezaran jin daketin qadan. Di meşan de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, "Jin, jiyan, azadî” û “Na ji dagirkerî û tundiya li dijî jinê re” berz kirin.