ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN 2024-11-28 09:00:12   * Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku êrişeke îxtîmalî ya li dijî Iraqê dê bandoreke neyînî li Şengalê bike û wiha got: “DYA û Îsraîl di bin navê ‘ewlehiya Îsraîlê’ de bi hinceta Haşdî Şabî dixwazin girên stratejîk yên weke Çilmêranê bigirin. Komên nêzî Îranê jî heman tiştan digixwazin.”    * Endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Qers û Îdirê banga tevlibûna mitînga ku KESK wê di 30'ê Mijdarê de li Enqereyê bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" kirin û gotin: "Em ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran budçeyê dixwazin."   * Ji Yekitiya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkûtanê, got: "Divê em têkoşîna li dijî qeyûman berfirehtir bikin." Ji Meclisên Jinên Sosyalîst Dîlara Kalpakê jî banga têkoşîna yekbûyî kir.   * Ekolojîst Ertûgrûl Barka diyar kir ku li cîhanê ji ber şer, pevçûn û krîza avhewayê bi milyonan mirov koçber bûne û got ku çareseriya van pirsgirêkan di civaka ekolojîk-komunal de ye.   * Perwerdekara wêneyan Fatma Zozan Bor ku di pêşangeha 25'ê Mijdarê ya li Tetwanê hat vekirin de hat binçavkirin, diyar kir ku li midûriyeta polîsan rastî taciza fizîkî û devkî hatiye û got: "Wêneyên min hê jî di binçavan de ne."   * Tahir Elçî dê li Sûr a Amedê cihê lê hatiye qetilkirin û li ser gora xwe bê bibîranîn. (10.00-13.00) ZINDÎ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana Sehaya Madenê ya Santrala Termîkê ya Çayirhanê. (11.00)   * Rêxistinên hiqûqê dê li gelek bajaran Tahir Elçî bi bîr bînin. (12.00)   * Geşedanên têkildarî rojnameger, helbestvan, nivîskar û akademîsyenên binçavkirî dê bên şopandin. Rêxistinên hiqûqê dê li Enqereyê daxuyaniyê bidin. (12.30)