Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn 2024-11-28 12:43:41     STENBOL - Di doza 31 kesên HDK, HDP, DBP, DEM Partiyî de li 21 kesan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê, li 3 kesan jî salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de derheqê 38 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Hinek kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.    Dozger xwest ku 35 kes ji ber îdiaya “endamtiya rêxstinê” û “propagandaya bên cezakirin û ji bo 3 kesan jî biryara beraetê were dayin. Kesên tên darizandin û parêzerên wan jî îfadeyên xwe yên berê ku digotin dosya bi saîkên siyasî hatiye vekirin, hewld didin partiya siyasî krîmînalîze bikin dubare kirin û daxwaza beraeta xwe kirin.    XWEST DARIZANDIN WERE SEKINANDIN    Parêzera Çîgdem Kiliçgun Uçar, Meral Hanbayat diyar kir ku miwekîla wê parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê ye, parêzbendiya wê bi bîr xist û xwest darizandina wê were sekinandin.    BIRYAR   Dadgehê biryar da ku darizandina Çîgdem Kiliçgun Uçar bê sekinandin. Dadgehê, Can û endama MYK’a DEM Partiyê Elîf Bulut jî di nav de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da 21 kesan. Dadgehê, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî di nav de li 3 kesan jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hefsê birî û ji bo 13 kesan jî biryara beraetê da.