Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan 2024-12-02 20:26:49   AMED – Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralpê ku hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hat berdan.    Li 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê , der barê pirtûka "Dildarê Serkeftinê" ya Mahmut Aba de biryara komkirinê hat dayîn. Hat hînkirin ku bi îdiaya der barê pirtûkê de "îxbar" heye biryara komkirinê hatiye dayîn û ji ber vê xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeraşp hat binçavkirin.    Zengeralpê ku hat binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Amedê serbest hat berdan.