Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin 2024-12-17 16:03:32   ÊLIH – Ketina şaredariyê ya hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk tê astengkirin û Sonuk got ku li pişt barîkatên polîsan dizî, talan û wêrankirina çandî heye.   Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonûk û Yeşîl Işik ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û endamên meclîsa şaredariyê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û nahêlin bikevin avahiya şaredariyê. Girseya ku li xaçerêya çapemeniyê ya li kolana Amedê kom bû 50 metre dûrî şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku şaredar asteng kirin bêyî hincet nîşan bidin destûr nedan girse derbas bibe. Li ser vê yekê Gulistan Sonuk anî ziman ku qeyûm û polîs sûc dikin. Girseya gel piştî nîqaşeke demdirêj astengî şikand û li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li kolana Gulistanê daxuyanî da.   Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz li vir axaftinek kir û anî ziman ku qeyûm wek rêgez bêhiqûqiyan dike û dê li hemberî bêhiqûqiyê li ber xwe bidin.   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Piştre hevşaredar Gulistan Sonûk axivî û diyar kir ku ew ê serî li ber gefên polîsan natewînin û piştî tayînkirina qeyûman jî pêkanînên dijdemokratîk dewam dikin. Gulistan Sonuk ev tişt anî ziman: “Mafê me yê xwepêşandanê bi astengkirina bi hezaran polîsan tê astengkirin. Têketina me ya şaredariyê ku me ji sedî 65 ê dengan bi dest xist, tê astengkirin. Em baş dizanin ku li pişt vê barîkata polîsan çi diqewime. Qeymeqamê ku şaredarî dorpêç kir û pişta xwe da polîsan li vir pêşeroja gel xera dike. Em baş dizanin ku qetlîama çandî çawa dibe. Em baş dizanin ku wan çawa 3 milyar deyn dane. Li pişt barîkatên polîsan dizî, talan û wêrankirina çandî heye. Ji ber wê evqas barîkatan datînin.”    ‘JIYANA WEKHEV AZAD Û EKOLOJÎK’   Gulistan Sonuk da zanîn ku siyaseta tayînkirina qeyûm neçarî têkçûnê ye û wiha axivî: “Tişta ku bi siyasetê nikaribin bi dest bixin, dixwazin bi hovîtiyê pêk bînin. Bi diziyê dixwazin peyamekê bidin gelê kurd. Em gelê qedîm ê vê xakê ne. Kuştin û gef li me bixwin jî em ê axa xwe biparêzin. Ger îro li fezayê destkeftiyek kurdan hebûya dê dîsa êrîş bikirana. Rojava îro mînaka vê ye. Kurd dizanin ku Rojava û Elîh yek in û bi vê hişmendiyê wê axa xwe biparêzin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê li dijî kesên ku nasname, çand, ziman û hebûna me qebûl nakin li ber xwe bidin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên;  “Bijî berxwedana kurdan”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.   ESNAF ZIYARET KIRIN   Piştî daxuyaniyê hevşaredaran û endamên meclisa şaredariyê li kolanên Sîgorta û Komandoyê esnaf ziyaret kirin. Hevşaredar bi dirûşmên; “Jin, jiyan, azadî” û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.