Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin 2025-01-14 16:55:37 ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê da û got: “Berxwedêr dê bi ser kevin.”  Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê ya DEM Partiyî didomin. DEM Partiyê li Êlihê li ser Cadeya Gulistanê li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî, HevşaredarÊn Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gel li dijî derbeya qeyûm li ber xwe dide” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Kurdan”, “Dê qeyûm biçin gel dê were” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku êrişên bi destê qeyûman li dijî vîna gel tên kirin êdî domdar bûne û da zanîn ku dê li dijî van êrişan li ber xwe bidin.    'GEL LI BER XWE DIDIN’    Parlamenter Zeynep Oduncu Kutevî jî wiha got: “Hevşaredarên me bi hincetên nehiqûqî hatin girtin. Ev dosyaye dema hatin hilbijartin tune bûn. Lê niha jinişka ve derketin holê. Mîna duh îro jî em vê rejîma talanê qebûl nakin. Hin kesên artêşa parêzvanan pê re bi diltirsî dibêjin ‘xelkê Êlihê ji min hez dike.’ Xelkê Êlihê ji we nefretê dike. Heke hez bikira dê hûn bihatina hilbijartin. Lê we dizî û talan hilbijart. Îro jî bi operasyonên sersibehê qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kirin. Em vê nêzikatiya li dijî vîna gel qebûl nakin. Heke hûn vî gelî nas nekin ev gel jî we nas nake. Demildest dev ji van biryarên xelet berdin û vê zîhniyeta talanker ji şaredariyên me vekişînin.”    'TU NIKARÎ LI SER NAVÊ GEL BIAXIVÎ’   Hevşaredar Gulistan Sonuk jî bang li waliyê Êlihê yê li şûna wê weke qeyûm hatiye kirin, kir. Gulistan Sonuk, wiha got: “Hûn dê hesabê bidin vî gelî. Bi daxuyaniyên xwe hûn agahiyên derew û xelet parve dikin. Zîhniyeta talanker a çavberdaye pariyê nan ê gel, ya ku şaredarî bi milyar lîreyan di bin deynan de hiştî niha jî li pey manîpulasyona ye. Qeyûm, pêşeroja xelkê Êlihê dizî û talan kir. Vê zîhniyetê niha jî Şaredariya Akdenîzê dagir kiriye. Ma rûyê wan ê pê derkevin nava gel heye? Silav ji gelên li Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê li ber xwe didin. Dê berxwedêr bi ser kevin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Dê qeyûm biçin, gel dê bên” bi dawî bû.