DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê 2025-01-15 13:33:48 ENQERE - DEM Partiyê, lêpirsîna der heqê Baroya Stenbolê de hatiye destpêkirin weke “girêdayî polîtîkaya qeyûm e” û got: “Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û rêxistinên pîşeyî.”  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû û endamên Lijneya Rêveber a Baroyê ji peywirê bên girtin û li şûna wan qeyûm were tayînkirin, doz vekir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.    DEM Partiyê got ku doza hatiye vekirin ne tenê meseleyeke hiqûqî ye û weke “Mudaxileyeke yekser a siyasî ye” nirxand. Her wiha DEM Partiyê anî ziman ku ev meseleye girêdayî polîtîkayên qeyûm ên darbekar in û got: “Polîtîkaya qeyûm a bi rêveberiyên herêmî dest pê kir, niha jî bi mudaxileyên li dijî baroyan tê kûrkirin. Sekna Baroya Stenbolê ya li dijî sepanên tecrîdê, binçavkirinên derhiqûqî, girtin û tundiya li dijî zarokan, hinceta herî girîng a vê mudaxileyê ye.”    DEM Partiyê da zanîn ku li gorî Destûra Bingehîn tenê endamên baroyê dikarin serokê baroyê ji peywirê bigirin an jî rêveberiyê biguherînin. DEM Partiyê ev hewldan şermezar kir û got ku ew piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û rêxistinên pîşeyî.