Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin 2025-01-16 10:46:33 AMED - Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, taloqî 30’ê Çileyê hate kirin.  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di 4’ê Mijdara 2016’an di çarçoveya operayona binçavkirinê ya li dijî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlamenteran de hatibû girtin û di 6’ê Çileya 2022’yan de jî hatibû berdan. 6’emîn danişîna doza Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. 16’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar betal kiribû û doz jinûve hat lidarxistin. Zeydan, di dozê de bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin.    Zeydan, tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Mahsunî Karaman di danişînê de amade bû. Di danişîna berê de daxwaza keşfê hatibû qebûlkirin û dozger mutalaaya xwe careke din pêşkeş kir. Di mutalaayê de dozger xwest Zeydan ji ber îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” bê cezakirin. Piştre jî Karaman axivî û qala keşfê kir. Karaman, diyar kir ku cihê Zeydan lê hatiye sekinandin û cihê operasyon lê hatiye kirin 21 km’an ji hev dûr in. Karaman, got: “Dibêjin ku kesekê 21 km’an dûr hatiye sekinandin, sûc kiriye. Hema tenê mirov li gorî vê mesafeyê jî bifikire, mirov nikare îdiayeke wiha bike.”    Karaman, ji bo li hemberî mutalaayê parastina xwe amade bike û Zeydan beşdarî rûniştina din bibe, dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaza Karaman qebûl kir û danişîna dozê taloqî roja 30’ê Çileyê kir.