Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir 2025-01-16 16:18:56 ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli binpêkirinên li dijî girtiyê nexweş Yilmaz Ustek xist rojeva Meclisê û xwest ku ÎHÎK van binpêkirinan lêkolîn bike.  Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hatibû kirin. Hem di dema sewqkirinê de hem jî piştre Ustek rastî gelek binpêkirinên mafan hat. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli rewşa Ustek xist rojeva Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK). Gulderen Varli, xwest ku komîsyon biçe Girtîgeha Burdurê û mijarê lêkolîn bike.    SEQWÎ GIRTÎGEHÊ DÛRÎ MALBATÊ KIRIN   Gulderen Varli di daxwaznameya xwe de got ku Yilmaz Ustek di sala 2012’an de li Erziromê hatiye girtin û bêyî daxwaza wî sewqî girtîgehên cuda hatiye kirin. Bi domdarî hate gotin ku di dema sewqkirinê de û piştî sewqê Ustek rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye, alav û amûrên wî hatine desteserkirin, têkildarî sewqkirinê malbat nehatiye agahdarkirin û gef lê hatine xwarin.    ‘ALAVÊN MIN JI MIN STANDIN Û GEF XWARIN’    Di daxwaznameya Gulderen Varli cih da axaftina Ustek a li ser telefonê bi malbata xwe re kirî. Axaftin wiha ye: “Li vê girtîgehê heta mûkêşê her tiştekî min ji min standin. Niha tu tiştên min tune ne.” Hat gotin ku gardiyanan gef li Ustek xwarine û di hucreya nêzî girtiyên DAIŞ’ê de tê ragirtin. Hat gotin ku Ustek ji malbata xwe re gotiye; “Heke tiştekî neyînî bi serê min bê, rêveberiya girtîgehê ji vê berpirsyar e.”    BANG LI KOMÎSYONÊ KIR   Gulderen Varli, ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Burdurê baş bên lêkolînkirin, bang li ÎHÎK’ê kir ku biçe girtîgehê û mercên Ustek tê de dimîne binirxîne. Her wiha hat xwestin ku der heqê rêveberiya girtîgehê de lêpirsîn were destpêkirin.