'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’ 2025-01-21 09:16:47 AMED - Welatiyan diyar kirin ku baweriya wan bi gotinên îktîdarê yên têkildarî pirsgirêka Kurd nayê û gotin: “Ji bo aştiyê divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan peyameke ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir. Me jî deklarasyona Abdullah Ocalan ji xelkê navçeya Sûrê ya Amedê pirs kir.    ‘AŞTÎ TENÊ BI RÊBERTIYÊ DIKARE BÊ KIRIN’    Ji welatiyan Haci Dondu diyar kir ku ji bo aştiyeke birûmet divê Abdullah Ocalan azad bibe û ev tişt anî ziman: “Ne Erdogan ne jî Bahçelî dikarin aştiyê bikin. Tenê Rêbertî (Abdullah Ocalan) dikare aştiyê bike. Azadiya gelan, girêdayî azadiya Rêbertiyê ye. Tenê heke Rêbertî azad bibe gel dikarin azad bibin. Lê dewlet di gotinên xwe yên ji bo aştiyê de dirust nîne. Heke ew dirust bin em jixwe amade ne. Lewma baweriya me bi wan nayê. Gel bi Abdullah Ocalan re ye û jê hez dike.”    Ferman Nergîz jî anî ziman ku tevî qala çareseriyê tê kirin jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam e û wiha got: “Pergala ceberut îro polîtîkayeke gelek qirêjî dimeşîne. Banga me ji bo hemû gelan e; heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de be dê hemû gelên mazlum jî tecrîdkirî bin. Ev tecrîd, bi yekitiya gelan dikare were rakirin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.”    Nesîr Ertugrul jî got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe û di nava gelê xwe de be, tu kes nikare qala aştiyê bike. Nexwe tu gavên tên avêtin dê jidil û pêbawer nebin.”    Cengîz Yakut jî bal kişand ser domandina tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd neyê rakirin aştî nabe. Baweriya me bi îktîdarê nayê. Rêbertiya me di nava çar dîwaran de ye. Gotinên wî ji bo me watedar û biqîmet in. Lê divê ev şer bi dawî bibe.”    ‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’   Esmanûr Baykuşak jî pratîka îktîdarê ya “pêvajoya çareseriyê” bi bîr xist û bal kişand ser têkoşîna malbatên zarokên wan di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin. Esmanûr Baykuşak, wiha domand: “Ma li welatekî ewqas êş lê hatine kişandin aştî wisa hêsan e? Bêguman civakeke ewqas êş kişandî şer naxwaze. Pergala kapîtalîst û dewlet şer dixwaze. Lewma gavên wan pêbawer nînin. Em li welatekê ku zarokên 6 salî siyasetê şîrove dikin dijîn. Ma çi rewş ji vê xerabtir heye? Ji ber ku em li welatekî AKP birêve dibe dijîn. Heta niha sûcên mezin kirine. Her roj em hewar û qêrînên dayik û bavan dibihîzin. Bi sala ye li vî welatî me nekarî bi azadî zimanê xwe biaxivin û fikrên xwe bi dilrehetî bibêjin. Rojnameger û kesên nêrînên wan cuda tên girtin. Ji bo aştiyê divê ji ewil Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan. Dema wiha bû dê aramî bê welat.”    'EM DIXWAZIN ŞERT Û MERCÊN ME WEKHEV BIN’    Yûsûf Onger jî got ku ew aştî û yekitiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Baweriya min bi jidilbûna dewletê nayê. Divê Ocalan jî bê berdan, bi hev re li ser maseyê rûnin û meseleyê çareser bikin. Divê hemû girtî bên berdan. Şertê dewletê yê ‘divê PKK bêşert û bêqeyd çekan berde’ nayê qebûlkirin. Em aştiyê dixwazin lê heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe. Em naxwazin cihêkarî were kirin. Em şert û mercên wekhev dixwazin.”    Welatiya bi navê Ayselê jî anî ziman ku ew nikarin fikr û ramanên xwe azad vebêjin û wiha got: “Em dixwazin aştî çêbibe û xelk fikrên xwe azad bibêje. Lê baweriya me bi îktîdara heyî nayê. Ji bo em jê bawer bikin divê hemû girtiyan berde.”