Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin 2025-01-21 16:37:50   NAVENDA NÛÇEYAN - 7 welatiyên li Tişrînê hatin qetilkirin ji hêla bi deh hezaran kesan ve li Qamişloyê hatin oxirkirin.    Şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, Hevseroka Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişloyê Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ku dema nobedariya Bendava Tişrînê dikir di êrişa artêşa Tirk de hatibûn qetilkirin û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Xebat (Şahîn Nezîr Îbrahîm) ku li Dêrazorê di bersivdayîna êrişa komên çete yên bermahiyên rejîma Baasê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hatin oxirkirin.   Bi hezaran Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, êlên Ereb, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û oldaran bi dirûşma “Bi can û xwîna xwe em bi te re ne ey şehîd” cenaze pêşwazî kirin.    Merasîma definkirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endama Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û got: "Ji bajarê Qamişlo, paytexta şehîdan, em berxwedana HSD, YPG, YPJ’ê û gelê me yê ji bo azadiya xwe tê dikoşin, silav dikin. Dewleta Tirk dixwaze em di Sûriyeya nû de bê nasname bin û dewleteke navendî ku em tê de nebin xwedî maf. Em ji bo azadî û rûmeta xwe li ber xwe didin û em ê teslîmî jiyana koletî nebin. Divê teqez mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên misogerkirin. Em ji çareseriyê re vekirî ne û eger ew di şer de israr bikin, em ê ketina Kobanê û Rojava qebûl nekin, em vê sozê didin gelê xwe.”   Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Mela Reşîd El Xerzî jî axivî û got Bendava Tişrînê bûye bendava berxwedana li hemberî dijminan, bendava şehîdan.    Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze komplo û planên mezin li dijî gelê herêmê bimeşîne, her wiha dibêje dê gelê Kurd tune bikin. Rîhan Loqo, wiha domand: “Lê gelê me tevî hevrêyên me yên şehîd bi cesaret û wêrekî ber bi bendava Tişrînê ve çû û got; ‘Em Bendava Şehîdan, bendava rûmetê bernadin.’”    Helbestvan Ferhad Merdê jî xîtabî şanoger Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) kir û ev tişt anî ziman: “Xwezî tu îro di nava me de bûya da ku te dîtiba bê çiqas gel ji bo te rabûye ser pêyan.  Bendava Tişrînê rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û em ê nehêlin ew hilweşe û wê mîna Kobanê bibe sembol.”   Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Mihemed jî wesîqeya kesên jiyana xwe ji dest dane xwend û radestî malbatên wan kir.   Piştî axaftinan, cenaze hatin oxirkirin.