Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne 2025-01-23 10:49:38 ŞIRNEX - Serdar Taniş û Ebubekir Denîz di dema binçavkirinê de hatibûn windakirin û DMME'yê jî Tirkiye mehkûm kiribû. Parêzerê Taniş û Denîz, Hakîm Taniş got ku Tirkiye biryara DMME’yê bicih nayîne.  Fermandariya Cendirmeyan a Silopiya ya Şirnexê di 25’ê Çileya 2001’ê de bangî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) ê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekir Denîz kir û ji wê rojê heta niha tu agahî ji Taniş û Denîz nayên girtin. Bi ser re 24 sal derbas bûn lê hêj jî aqûbeta Taniş û Denîz nayê zanîn.    Ji bûyerê Fermandarê Lîwayê yê Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz û Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Silopiyayê Suleyman Can berpirsyar hatin girtin. Têkoşîna hiqûqê ya malbatên Taniş û Denîz jî didome. Piştî rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê di 2’yê Tebaxa 2005’an de Tirkiye mehkûm kir. Tirkiyeyê ji vê biryara mehkûmbûnê tenê xala dayina tazmînatê bicih anî. Di mijara binpêkirina mafê darizandina adilane de tu tiştek nekir.    Li ser vê yekê malbatan di 7’ê Çileya 2020’ê de dîsa serî li DMME’yê da. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî ji ber bicihneanîna biryara DMME’yê li Komîteya Wezîran a Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir. Bi ser re 5 sal derbas bûn lê ne DMME’yê ne jî Komîteya Wezîran a Ewropayê tu bersiv nedane.      Keça Denîz, Ceylan Denîz û birayê Taniş, Hakîm Taniş ji bo aqûbeta xizmên xwe têdikoşin.    'ÇÛ FERMANDARIYA NAVENDÎ Û ÊDÎ VENEGERIYA’    Ceylan Denîz, got ku dema bavê wê hatî windakirin ew 5 salî bû û ev tişt anî ziman: “Ji ewil min digot bavê min çûye kar. Malbatê heta demekî dirêj aqûbeta bavê min ji min re negot. Min digot serê sibehê çûye kar û dê êvarê vegere. Dema şev nehatî bo me telefonek hat. Gotin ku bavê min hatiye binçavkirin û nehatiye berdan. Rojek piştre me ji her derê re got ku hatiye binçavkirin lê nehatiye berdan. Di deh rojên ewil de îfadeyên me red kirin. Piştî israra me, îdiaya ‘erê hatin lê piştî îfadeyê derketin’ kirin. Me li dadgehê jî îfade dan. Bavê min çû Fermandariya Navendî û êdî me tu agahî jê negirtin.”    ŞÎNA KU 24 SALAN DIDOME   Bi domdarî Ceylan Denîz bi lêv kir ku di van 24 salan de tu baweriya wan bi edaletê nemaye û wiha got: “Dewlet divê teqez tiştekî ji malbatan re bibêje. Qet nebe bila gora bavê min hebe. We winda kir, îşkence lê kir, we çi kiribe jî hûn mecbûr in bibêjin. Weke malbatan me şîna xwe nejiya. Ji roja bavê min çûyî heta niha şîna me didome. Windakirin heye lê gor û qebûlkirina malbatan tune ye. Di 2012’an de li Kerboranê gorek hat dîtin. Me got yê bavê min e û em bi malbatî çûn wê derê. Min mînaka DNA’yê da. Bifikirin ku bavê we winda dibe û hûn li pey wê ne ku kêla gora wî hebe. Bi rastî jî ev êşeke mezin e. Em birin ser gorê, gor kolandin û parçeyek jê derxistin. Ev perçe birin ATK’ê û piştre ji malbatan DNA xwestin. Di dorpêça polîsan de ji bo DNA’yê birin. Bi mehan min hêvî kir ku gorê bavê min be. Ji rojnamegeran hîn bûm ku ne yê bavê min e. Tu agahî nedan me. 24 sal demekî dirêj e lê her roj weke roja ewil a bavê min çûyî ye. Şîna mirovên me 3 rojan didome û her hefteyê diçin serdana goran. Lê em her şev dema rûdinin ser şîvê pirsên weke ‘gelo bavê min li ku ye? Dê were? Gelo dibe ku sax be?2 Heke hatibe kuştin li ku ye? Faîlên wî kî ne?’ û hwd. dipirsin. Ne 24 sal, sed sal jî derbas bibin em ê dev ji vê dozê bernedin. Heta aqûbeta wan diyar dibe em ê doza wan bişopînin.”    IRKIYE HATE MEHKÛMKIRIN   Parêzerê dosyayê û birayê Serdar Taniş, Hekîm Taniş jî ev tişt anî ziman: “Bi saya têkoşîna hiqûqî dosya dîsa çû DMME’yê. Mirovek dikare dayik, bav, hevjîn û zarokên xwe winda bike. Carnan diçe ser gora wan û derdê xwe jê re vedibêje. Lê mixabin gorek nîne ku malbatên Serdar Taniş û Ebubekir Denîz biçin serdana wê. Ev, hest nayê vegotin. Tahir Elçî yê rehmetî û parêzerên din ji bo dosyaya kekê min û Ebubekir Denîz têkoşîna hiqûqî ya pêwîst kirin. Ji hêla hiqûqî ve dosya birin DMME’yê. Li wir serkeftineke hiqûqî bi dest xistin. Tirkiye ji ber binpêkirina mafê jiyanê, mafê darizandina adilane û ji gelek binpêkirinên din hate mehkûmkirin.”    ‘BIRYARA DMME’YÊ BICIH NE ANÎN’   Taniş, da zanîn ku Tirkiyeyê biryara DMME’yê bicih ne aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîl tên parastin. Di dosyayê de li Tirkiyeyê hiqûq dîsa nehat bikaranîn. Mixabin faîl û bersûc bi mertalê parêzbendiyê hatin parastin. Lewma ne di vê dosyayê de ne jî di dosyayên din ên kiryarnediyar de tu caran edalet pêk nehat. Piştî dadgehên bi rayeya taybet hatin girtin, dosya hate Silopiyayê. Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dîsa lêpirsîn da destpêkirin. Lê bêyî ku der heqê faîlan de lêpirsîneke hiqûqî wer destpêkirin û bêyî lêkolîneke were kirin, biryara neşopandinê dan. Me jî li dijî vê biryarê serî li AYM’ê da. Me encam bidest nexist lewma me di 7’ê Çileya 2020’ê de dîsa serî li DMME’yê da. Beriya em dosyayê bişînin jî me li Konseya Wezîran a Ewropayê gilî kir. Tirkiyeyê aliyê dayina tazmînatê bicihanî lê aliyê faîlan û hiqûqî bicih ne anî. Bi kurtasî edalet pêk nehat. Ev faîlên bi nav û deng, hatin parastin. Ev jî nîşan dide bê ka hiqûqa Tirkiyeyê çawa tê birêvebirin.”    ‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HEVRÛBÛNEK HEBE’   Taniş, got; “nebûna kêla gorekê ji bo dewletekê şermekî mezin e” û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo faîl bên dîtin û bi awayekî adilane bên darizandin, dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Divê mirov ji bo kesên mirîn û hatine kuştin rêzê bigire. Kî dibe bila bibe definkirinê heq dikin. Em hinek geşedanên li Tirkiyeyê jinêzve dişopînin. Ji bo aştî çêbibe, divê bi heqîqetê re hevrû bibin. Divê dosyayên kiryarnediyar ên li Kurdistanê biencam bibin. Ji bo aştiyeke rast, ji bo hiqûqê divê bi van êşan re hevrû bibin. Divê faîl li pêşberî hiqûqê hesabê bidin. Faîl nayên cezakirin, edalet pêk nehat lewma me serî li DMME’yê da. Heta ku ez sax bim dê dev ji vê dozê bernedim.”