Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome 2025-01-24 15:23:42   NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 17’an de didome.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 8’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 17’an de didome. Gelê Dêrazor, Tebqa û Reqayê nobet dewr girt. Welatiyan li ser bendavê agir hil kirin û li dora agir govend gerandin.    Tevî êrişan, komkujiyan û hewayê sar jî berxwedana gel didome. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter heta niha 11 caran çalakvan bombebaran kirine.