ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-29 09:00:13   * Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew 15'ê Sibatê ya îsal bi ruhê seferberiyê pêşwazî dikin û got ku ew ê bi mîtînga li Strasboûrgê ya bi beşdariya sed hezaran kesî bersivê bidin kesên tasfiyeyê û şikandina îradeyê ferz dikin.   * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku tên meşandin bi têkoşîna kurdan bi ser neketine û xwest ku kurdî bibe zimanê fermî.   * Kela Zêrîn a ku dişibe nîvgiravekê, çendî bêxwedî hatibe hiştin jî, bi hişmeta xwe balê dikişîne.    * Li Gola Wanê ya ku ziwabûn û hilmijîna bilezûbez asta ava wê kêm kiriye, li hin cihan vekişîna avê gihîştiye 2 kîlometreyan. Ji ber kêmbûna avê cihên kelekan guheriye û ev yek tiştên diqewimin bi eşkereyî dide der.    * Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê dê bên şopandin. (10.00-13.00)   * ESP dê têkildarî girtin û binçavkirinan li avahiya HDK’ê ya li Stenbolê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li Parka Yilmaz Guney a Êlihê bên protestokirin. (12.00-16.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li eywaneke dawetan a li Okmeydaniyê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari panela “Di Dorpêça Şer de Şoreşa Jinê: Li Rojava Jin Jiyana Nû Ava Dikin” bê lidarxistin. (14.00)