Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin 2025-01-31 11:01:44 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” de axivî û peyama Abdullah Ocalan a “Ji bo hemû gel û baweriyên vî welatî li ser bingeha hemwelatiya wekhev bên temsîlkirin dixebitim” parve kir. Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewî Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî li hotêleke navçeya Bakirkoy a Stenbolê panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” li dar xistin.   Li eywana panelê pankartên “Hemwelatiya wekhev, aştî, edalet, demokrasî, laîktî” û “Ji komkujiyên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê re bibêje bisekine” hatin daliqandin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan jî tev li bûn.    ÊRIŞÊN SER EREBÊN ELEWÎ YÊN LI SÛRIYEYÊ   Tulay Hatîmogûllari di panelê de bal kişand ser êrişên ser Elewiyên li Sûriyeyê û wiha got: “Turbeya El Xasidî ku ji bo Erebên Elewî yên li Sûriyeyê pir girîng e, hate rûxandin. Herî dawî akademîsyeneke jin hate revandin û hate qetilkirin. Gelek şêxên Elewî hatin qetilkirin. Gelek girîng e ku em xebatên xwe yên li dijî van komkujiyan mezintir bikin.”    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku zêdetirî 40 sal in didome, mijareke girîng e. Têkoşîna azadî û nasnameyê ya gelê Kurd a li Tirkiye, Sûriye û Îranê pir watedar e. Êdî bûye rojeva hemû cîhanê. Rêveberiyên Xweser ên gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine, ji bo pêşîlêgirtina komkujiyên gavek berê min vegotin jî gelek girîng e. Tenê ew dikare pêşî li van komkujiyan bigirin.”    PEYAMA OCALAN PARVE KIR   Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Em baş dizanin ku îktîdar ji bo her tişt li gorî berjewendiyên wê dê hemû rê û rêbazan bi kar bîne. Em di ferqa vê de ne. Gelê Kurd gelekî polîtîk e û peyva ‘xapandinê’ qebûl nake. Gelê Kurde bi xwe aştiyeke rûmet û mafên wan esas negire qebûl nake. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn de ev yek bi eşkereyî got; aştiyeke muxalefet ne di nav de nabe. Jixwe heke muxalefet tune be, îktîdar dê her tiştî li gorî xwe çêbike. Di hevdîtina nêzî 4 saetan de birêz Ocalan got; ‘Zemîna aştiyeke demokratîk ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, her wiha çareserkirina pirsgirêka Elewiyan, çareseriyeke li ser bingeha hemwelatiya wekhev a hemû gel û baweriyên li welêt e. Divê ev çareserî ne tenê bi devkî be, divê bi destûreke bingehîn a demokratîk were misogerkirin.’ Min xwest vê bi taybet jî bi we re parve bikim. Ji her demê bêhtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Heke em bi hev re aştiyê civakî bikin û xwedî lê derkevin, dê pêk bê.”    BAKRIHAN BAL KIŞAND SER XWERÊXISTINKIRINÊ    Tuncer Bakirhan jî di serî de êriş û komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyeyê bi bîr xist û got: “Em vê şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê li dijî vê derkevin. Me careke din fêm kir ka xwebirêxistinkirin û mezinkirina rêxistiniyê çiqasî girîng e.”    Têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Em, zemîna têkoşîna hevpar in. Çawa ku Kurd ev sed sal in tên înkarkirin û asîmîlekirin, heman tişt li Elewiyan jî tê kirin. Ji ber ku me têkoşîneke hevpar nemeşand, ev înkar û asîmîlasyon mezintir bû. Lewma girîng e ku em li ser zemîneke hevpar têkoşîneke hevpar bimeşînin.”    'OCALAN HEMWELATIYA WEKHEV GIRÎNG DIBÎNE’    Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo ne tenê mafên Kurdan di nav xwe de dihewîne. Dema em qala hemwelatiya wekhev dikin, em vê tenê ji bo Kurdan daxwaz nakin. Birêz Ocalan, di hevdîtinên dawî de bi hûr û kûr li ser meseleya hemwelatiya wekhev sekinî. Birêz Ocalan nabêje ji Kurdan re hemwelatiya wekhev lê bila Elewî bên redkirin. Lewma divê Elewiyên hêja jî vê pêvajoyê fêm bikin, tev li bibin û ev yek pir girîng û dîrokî ye. Heke hemwelatiya wekhev were qebûlkirin dê ev yek ji bo Elewiyan jî be. Lewma divê hemwelatiyên Elewî jî çalak tev li pêvajoyê bibin.    ÇARESERIYA ELEWIYAN JINEDÎTÎ VE TÊ NABE ÇARESERΠ   Kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo avakirina zemîna diyaloga demokratîk hewl didin. Ev yek li Îmraliyê jî wisa ye, li ser zemîna DEM Partiyê jî wisa ye. Bawerim aqilê me tenê bi Kurdan sînor digire, me nas nake. Em li Mereşê Elewî ne, li Sêwasê Elewî ne, em Elewiyên li Haci Bektaşê dijîn e. Êşên em dikişînin, ew jî dikişînin. Lewma divê mafê hemwelatiya wekhev rast bê fêmkirin. Lewma jî heke ev pêvajo bidome, heke çareseriyeke çêbibe piştrast bin ku Kurd çi mafan bigirin dê Elewî jî bigirin. Elewî, yek ji stûna sereke ya partiya me ne. Tu kesên hemwelatiya wekhev weke mafê Elewiyan nabîne nikare bibe DEM Partiyî. Pêvajo û çareseriyeke wiha jî nabe. Em dizanin ku li derve nîqaşên derew û xelet tên kirin lê ez dixwazim hûn piştrast bin. Em ji bo Tirkiyeyeke laîk, sekuler û demokratîk ku her kes xwedî heman mafan têdikoşin.    DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN   Divê kesên heta niha hatine înkarkirin ji her demê bêhtir bi hev re bin û bi hev re têbikoşin. Demokrasî ji bo her kesî ye. Tirkiyeya demokratîk dê bibe ya me tevan. Her wiha banga min ji bo civaka Elewî ev e; divê em ji hev cuda nesekinin, em bi hev re bin. Tu deman em ewqas nêzî mafên xwe nebûne û me tu caran zemîneke ewqas baş nedîtiye. Niha li Tirkiye û herêmê hêza herî dînamîk Kurd in, Elewî ne. Hêza herî rêxistinkirî Kurd û Elewî ne. Heke em li ser zemîneke demkratîk bên gel hev, piştast bin ku polîtîkayên înkar, red û asîmîlasyonê êdî nikarin li ser vê xakê bên meşandin.”    Panel, ji çapemeniyê re girtî domiya.