Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê 2025-01-31 12:17:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 7 bajarên girêdayî Kantona Cizîrê gelek welatî ji bo tev li çalakiya nobetê bibin berê xwe dan Bendava Tişrînê.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişan di 8’ê Çileyê de hatiye destpêkirin jî di roja 24’an de didome. Ji    Ji bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê ji gelek welatî ji bo tev li berxwedana li Bendava Tişrînê bibin, bi rê ketin.    Ji roja çalakiya nobetê dest pê kirî heta niha herî kêm 24 welatî di êrişên dewleta tirk de hatin qetilkirin û 221 kes jî birîndar bûn.