Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e 2025-02-02 09:28:28 ENQERE - Welatiyan bertek nîşanî bihayê xaniyan û kirêyan dan û gotin ku ev 40 sal in budçeya gel ji bo şer tê xerckirin û xwestin pirsgirêka Kurd li Meclisê were çareserkirin. Bihayê xaniyan û heqê kirêyan her ku diçe li Tirkiyeyê zêdetir dibe û ev jî bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê Enqereyê dike. Li gorî daneyên Banka Navendî (TCMB); di Kanûna 2024’an de bihayê xaniyan ji sedî 2’yê zêde bû û li Enqereyê gihişt ji sedî 34,4’ê.    Me têkildarî mijarê ji xelkê Enqereyê pirsî û wan jî bersiva pirsên me dan. Welatiyan, gotin ku ji bo krîza aborî were çareserkirin divê li Meclisê gav bên avêtin.    ‘PERE JI BO ŞER TÊN XERCKIRIN’     Welatiyê bi navê Yûsûf Topal diyar kir ku bihayê kirê û xaniyan derketiye lûtkeyê û wiha got: “Ev rewş gel pir zêde dide zorê. Çareseriya vê jî ew e ku pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo projeyên xaniyên komî bê xerckirin. Ez ji Enqereyê me. Îro li Taxa Emekê ya Enqereyê avahiyên 3+1 ên 50 salî bi 40 hezar lîreyan kirêya wê heye. Ev nayê qebûlkirin. Divê em ji bo guherandina vê rewşê tevbigerin. Divê Kurd, Tirk û gelên din mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Hewce bike divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em dikarin bi awayekî aştiyane vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev 40 sal in pereyê me ji bo şer tê xerckirin. Ev 40 sal in mirovên me dimirin. Heke ev pereyê ji bo şer tê xerckirin bişînin qadeke din, dê welatê me baştir bê birêvebirin.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E’   Şener Uçar, jî diyar kir ku pereyê ji bo şer tê xerckirin zirareke mezin dide aboriyê û ev tişt anî ziman: “Her tişt biha ye. Girêdayî vê jî heqê xaniyan zêde dibe. Kirêgir jî mafdar in, ji ber ku mûçeyê wan kêm e. Kesekî îro debara xwe bi mûçeyê kêmtirîn dike, nikare heqê kirêya xwe bide. Her wiha tiştên li dikanan biha ne. Mesrefên perwerde, tenduristî û hwd. zêde ne. Tenê heke pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo van qadan were xerckirin dikare hinek tişt baş bibin. Em çima ketin nava vî şerî hêj fêm nakim. Dikariyan pereyê ji bo wir tê xerckirin ji bo pêşeroja gelê me bihata xerckirin. Bi wî pereyî her kes dê baştir bijiya. Divê di vê mijarê de em hişyar bin. Heke pirsgirêkek hebe, navnîşana çareseriya wê Meclis e.”      Necla Îşçî ku got teqawide jî ev tişt anî ziman: “Mûçeyê em digirin diyar e. Kirê nakevin bin 20 hezar lîreyan.”    ‘BILA HER KES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’      Salîh Ozçelîk jî destnîşan kir ku mirov bêyî temînatek hebe dijîn û wiha got: “Her mirov dikarin şerên li cîhanê bi dawî bikin. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Çavkaniyên me yên debarê kêm dibin. Qezenca malbatan kêm dibe. Şertên koletiyê li kesên mûçeyên kêmtirîn werdigirin ferz dikin. Li Tirkiyeyê her kes hatiye xapandin. Bêyî temînata pêşeroja wan hebe dijîn. Heke em xwişk û bira bin, wê demê em çima hevdu dikujin? Ji DEM Partiyê heta AKP, MHP û TÎP’ê bila her kes êdî bibêje em aştî û biratiyê dixwazin. Em mafên xwe yên wekhev dixwazin.”      Emre Ozcan jî bi lêv kir ku hikûmet tenê ji bo dewlemendan dixebite û wiha got: “Mimkin nîne di vê pergalê de xelkê feqîr bikare ji xwe re malekê bikire. Di demên berê de krediyên faîza wan kêm didan û ew jî didan kesên malên wan hene. Heqê kirêyan jî bi heman rengî. Di demên dawî de taqeta xelkê Tirkiyeyê nemaye li dijî pirsgirêkan li ber xwe bide.”    ‘LI TIRKIYEYÊ ŞERT BAŞ NÎNIN’     Fulya Ozer jî got ku rewşa kirêgiran pir zehmete û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî kirîna malekê xeyal jî derbas kiriye. Di van şertên aboriyê de mimkin nîne tu xanî bikirî. Rewşa kirêgiran pir zehmet e. Hevjînê min teqawid e lê mecbûr e bixebite. Ji ber ku mûçeyek têr nake û her tişt ji bo kirê diçe. Lewma mecbûr e bixebite. Şert û mercên Tirkiyeyê baş nînin.”