Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket 2025-02-03 09:00:55 NAVENDA NÛÇEYAN -  Hejmara 268’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gavên şênber lazim in” derket.  Hejmara 268’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gavên şênber lazim in” derket. Rojnameyê bal kişand ser nakokiyên dewletê yên li hemberî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên li dijî çareseriyê. Her wiha polîtîkayên dewletê yên şer, qeyûm, girtin û binçavkirinan jî mijarên rojnameyê bûn.    Rojnameyê di surmanşetê de cih da kirmanckî û bi sernavê “Dewlete tîtikê dizdan a” bal kişand ser feraseta dewletê ya qeyûman. Her wiha di rûpela yekemîn de bi sernavê “Ambulansan bombe dikin” bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan.    Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî cih da nirxandinên Hevseroka MEBYADERê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn ên der barê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd û sekna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.