Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne 2025-02-03 09:32:01 SÊRT - Ji ciwanên tev li çalakiya protestokirina qeyûm a li Sêrtê bûy Mahmût Kizilkaya, wiha got: “Ez 26 salî me. Heke bizanim dê tevahiya emre min di girtîgehê de derbas bibe jî, heke bizanim dê di vê rêyê de bimirim jî ez ê vê têkoşînê bidomînim.” Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê ya DEM Partiyî Sofya Alagaş di 28’ê Çileyê de hat lidarxistin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 29’ê Çileyê de jî waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya li şûna wê weke qeyûm hate tayînkirin. Çalakiyên protestoyî yên li Sêrtê li dijî qeyûm hatine destpêkirin di roja 7’an de didomin. Çalakvanan diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin.     Ciwanê bi navê Mahmût Kizilkaya bal kişand ser nîqaşên ser “çareseriyê” û got: “Em li benda aştiyê bûn lê qeyûm tayîn kirin. Gotina wan a ‘em bira ne’ weke qeyûm, zext û zilm li me vedigere. Min bi destê xwe dengê xwe da partiya ziman, gel û çanda min diparêze. Lê wan bi sedan polîs û TOMA’yan şaredariya me xesp kirin. Ka edalet?”   ‘HEKE QEYÛM XESP NEBE WÊ DEMÊ ÇI YE?’   Bi domdarî Kizilkaya pirsa “Heke qeyûm xesp nebe wê demê çi ye?” kir û ev tişt anî ziman: “Di salên 90'î de em ji gund û xaka me kirin û sirgunê metropolan kirin. Lê me dîsa pergala xwe ava kir. Em Kurd in hûn bixwazin jî nikarin biguherînin. Bi van polîtîkayên xwe hûn nîşan didin bê ka hûn çiqasî barbar in. Bila medyaya tirk bê vê derê û barbariya li vir bibîne. Banga min ji bo Recep Tayyîp Erdogan e, qedera te di destê Kurdan de ye. Bi vê polîtîkaya qeyûman te xwe û partiya xwe bêhtir biçûk xist. Bi milyonan lîre ji qaseyên Tirkiyeyê winda bûn. Ma hûn tê nebûn? Îcar jî dora şaredariya ye? Tevî hemû zext û êrişan jî em ê li ber xwe bidin. Ez 26 salî me û heke ez bizanim dê tevahiya emrê min di zindanê de derbas bibe û di vê rêyê de bimirim jî ez ê dev ji vê têkoşînê bernedim. Berxwedana me ya ji bo ji bo welatê azad û gelê azad dê bidome.”    Yilmaz Kaya jî got ku ew ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm nobetê digirin û got: “Qeyûm, êrişeke ser gelê Kurd e. Lê heta em şaredariyê distînin dê têkoşîna me bidome.”    'SERKEFTIN DÊ YA ME BE’   Remzî Gîrîşkîn jî got: “Armanca min a hatine vir ew e ku xwedî li îradeya xwe derkevim. Niha hilbijartin were kirin dîsa em ê bi ser kevin. Li ser xaka me bi hezaran polîsan tînin. Lê çi bikin jî serkeftin dê ya me be. Em ê li gel hevşaredarên xwe bin. AKP îro qeyûm tayîn dike, sibe pergal dê biguhere û dê dor were wan jî. Li her derê zilm li Kurdan tê kirin. Li pêşiya şaredariyê li dijî sivîlan polîsên çekdar bicih kirine. Heta ku em sax bin dê her li cem partiya xwe û doza xwe bin. Banga min ji bo xelkê Sêrtê ew e ku xwedî li îradeya xwe derkevin.”    ‘EM Ê HEQÊ XWE BIPARÊZIN’   Mûrat Gogun jî anî ziman ku ew ne qeyûman ne jî biryarên wan nas nakin û wiha got: “Hevşaredarên me Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ne. Ev 3 serdemin qeyûman tayîn dikin. Lê çi bikin jî nikarin vîna gelê Kurd tune bihesibînin. Xelkê Sêrtê jî li dijî vê helwestê li ser peyaye. Her cara qeyûm tayîn dikin em bêhtir ferqê diavêjin wan. Lê bêrû ne lewma dev ji qeyûm bernadin. Em jî dê dev ji têkoşînê bernedin.”    Azîz Bakay jî diyar kir ku tayînkirina qeyûm neheqî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê heta dawiyê li dijî van qeyûman li ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin. Bi sedan sala ye gelê Kurd tê qetilkirin û mafên wan tên binpêkirin. Her ku em qala biratî û aştiyê dikin ew bêhtir qetil dikin. Li dijî van polîtîkayan banga têkoşînê li gelê Sêrtê dikim.”    MA / Fethî Balaman - Heval Onkol