Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin 2025-02-03 10:00:23   SÊRT - Wezareta Karên Hundir tayînkirina qeyûman her tim di bin navê “tevdîra tayînkirinê ya demkî” parast lê heta niha tu hevşaredar li peywira xwe nehatin vegerandin. Yek ji van jî Bêrîvan Helen Işik e. Bêrîvan Hele Işik got ku pêvajoye di çarçoveya planekê de tê kirin.   Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê dihat darizandin, di 28’ê Çileyê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 29’ê Çileyê de jî li Şaredariya Sêrtê qeyûm hate tayînkirin. Wezareta Karên Hundir, tayînkirina qeyûm weke “tayîna demkî” ragihand.    Her çend wezaret weke “tayîna demkî” pênase bike jî, heta niha tu hevşaredarên ji peywirê hatine girtin dîsa li peywira wan venegerandiye. Li gel ku hevşaredar hatin darizandin û beraet kirin jî li peywira xwe nekarin vegerin. Yek ji van jî Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik bû.    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê niha Tuncer Bakirhan dema hevşaredartiya Sêrtê dikir, di 16’ê Mijdara 2016’an de hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de jî Bêrîvan Helen Işik û Peymandara Turhan weke namzetên HDP’ê hatin hilbijartin. Hevşaredar nêzî salekê li ser peywirê man û di 15’ê Gulana 2020’ê de jî bi sedema xebatên hilbijartinê de lêpirsîn û doz lê hatin vekirin û ji peywirê hatin girtin. Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk li şûna wan weke qeyûm hate tayînkirin.    Bi ser tayînikirina qeyûm a ku wezaretê digot “tayîna demkî” re 5 sal derbas bûn. Lê mîna hevşaredarên din, doza Bêrîvan Helen Işikê jî biencam nebûn û li peywirê venegerandin. Ev nêzî 2 sal in Berîvan Helen Işik di hefsa malê de ye û doza wê ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayên giran a Sêrtê didome. Bêrîvan Helen Işik, got ku biryara dûrxistina ji peywirê y der heqê wê de heta dema peywira wê qediyayî nehate biencamkirin.    BIRYARA DÛRXISTINÊ YA HETA HILBIJARTINÊ      Bêrîvan Helen Işik, da zanîn ku biryarên dûrxistina ji peywirê li gorî plana ku heta roja hilbijartinê bidomin tên dayin û wiha got: “Bi vê yekê re îradeya gel dixin bin fermana yekkesî. Îro jî heman polîtîka didomin. Îktîdar ev 3 serdemin di nava pratîkên sûc de ye. Ev nêzî du sal in di hefsa malê de me. Sepana qeyûm ev 3 serdemin didome. Êdî tu îzaheta vê ya hiqûqî nema ye. Ne tenê ji bo şaredariyê, li saziyan û malê xelkê jî qeyûman tayîn dikin û xesp dikin. Ev pergal, îradeya gelê Kurd tune dihesibîne.”    POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINÊ   Bêrîvan Helen Işik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armancên tayînkirina qeyûm jî bêtehemûliya li dijî îradeya jina ye. Dema qeyûm tên, yekser polîtîkayên dijminatiya jinê dixin meriyetê. Li midûriyeta jinan zilaman tayîn dikin û saziyên jinan digirin. Dixwazin pergaleke nêrza ava bikin. Bi dijminatî nêzî hevserokatiyê dibin. Lewma her tim êriş dikin. Bi taybet jî êrişî cihên têkoşîna jinan lê mezin dibe. Dixwazin xwe weke bihêz nîşan bidin. Lê nîşaneya têkçûna wan e. Nîşaneya zeîfbûna wan e. Kes nikare xwe li ber vîna jinan bigire.”    XESP, DIZÎ   Bêrîvan Helen Işik, got ku qeyûman zirareke mezin daye bajar û axaftina xwe wiha qedand: “Di serdema Tuncer Bakirhan di qaseya şaredariyê de pere hebû. Deynê wan tune bû. Lê qeyûm tayîn kirin. Dema me ji qeyûm dewr girtî 115 milyon TL deyn hebû. Dema me ev deyn dida qeyûm tayîn kirin. Niha jî 456 milyon û 853 hezar û 781,39 TL deyn hiştine. Texrîbata çêkirin ne tenê madî ye. Êrişeke piralî ye. Êrişeke ser ziman, çand, nasname, xweza, jin û hebûna Kurdan heye. Êrişeke ser destkeftiyên jina ye. Xesp e, dizî ye. Çalakiyên protestokirina qeyûm didomin. Xelkê Botanê ji dîrokê ve her tim erk û berpirsyartiya xwe bicih aniye.”    MA / Heval Onkol- Fethî Balaman