Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin 2025-02-03 10:53:22   MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ew ê ji bo rêvebirina Şaredariya Akdenîzê xwe li benda hilbijartina pêş negirin û wiha got: “Em ê tevî hemû kesên li gel maf, edalet û wijdanê têbikoşin û qeyûm bişînin.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan girtina Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û li şûna wan tayînkirina qeyûm weke “şano” pênase kir. Bozan, da zanîn ku ji bo qeyûm li Şaredariya Akdenîzê were tayînkirin, 3 meh beriya wê amadekarî hatine kirin û got: “Ji gelek bajaran polîs anîbûn bajar. Dema welatiyan dixwestin bikevin avahiya dorpêçkirî, pirsgirêk dijiyan. Derdê wan ne xizmeta gel e.”    Bozan, got ku heqaret li xebatkarên bi hevşaredaran re xebitîn hatiye kirin, mobbing lê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Qeyûmî rayeyên meclisa şaredariyê kêm kir. Her wiha li ser hesabên medyaya dijîtal a şaredariyê xizmetên rêveberiya DEM Partiyê hatin jêbirin. Her wiha cihê zêdetirî 100 karkeran guherand û şaredarî nema dikare bixebite.”    HINCETA JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛM   Bozan, diyar kir ku hevşaredar bi îdiaya “li ser fermana rêxistinê xebatkar girtine kar” hatine sûcdarkirin û wiha got: “Lê ji ber ku wezaretê erê nedikir, tenê yek personel jî negirtine kar. Lê hevşaredar ji ber vê îdiayê hatin girtin. Bi girtinê jî qayîl nebûn, şandin girtîgehên cuda. Yek ji sedemên tayînkirina qeyûman jî, têkçûna AKP’ê ya di 31’ê Adarê de ye. 10 şaredarî hatine xespkirin, îradeyê nas nakin, sindoqê nas nakin. Akdenîz hem ji hêla demografîk ve hem jî ji hêla aborî ve cihekî stratejîk e lewma qeyûm tayîn kirin. Sedema esasî jî ev aliyên stratejîk in.”    YÊN DENGÊ XWE DAN PARTIYÊN CUDA JÎ QEYÛM NAXWAZIN    Parlamenter Bozan bal kişand ser deklarasyona hevpar a partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîran a li Mêrsînê û wiha pê de çû: “Dema em li bertekên xelkê bajar dinêrin, dibînin ku kesên dengê xwe nedayin DEM Partiyê jî li dijî tayînkirina qeyûm bibertek in. Dibêjin ku qeyûm neheqî ye û rewa nîne. Lewma bertekên xelkê bajar hêviyê dide mirov.”    ‘EM Ê XWE LI BENDA HILBIJRATINÊ NEGIRIN’   Bozan, axaftina xwe wiha qedand: “Dê têkoşîna me bidome. Ji bo ku hêj hilbijartina din nehatî qeyûm bişînin, dê têkoşîna me bidome. Ew 10 caran qeyûm tayîn bikin jî em 10 caran dîsa qezenc bikin. Lê ji bo ku li Mêrsînê, li Akdenîzê em şaredariyên xwe dîsa bigirin û birêve bibin, em ê xwe li benda hilbijartinê negirin. Em ê tevî kesên li gel maf, edalet û wijdanê têbikoşin û wan qeyûman bişînin. Dê ev şaredarî 4 salên din jî di bin wan bariyerên hesin û dorpêça polîsan de nemîne.”    MA / Abdulkadîr Ayten - Hamdullah Yagiz Kesen