Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin 2025-02-03 11:13:44 AMED - Deklarasyona têkildarî mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê di 8’ê Sibatê de li Amedê were lidarxistin, hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê pirsgirêk bên çareserkirin û banga tevlibûna mitîngê hate kirin. Di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya Amedê dê “Mitînga Aştî û Azadiyê” bê lidarxistin. Komîteya Amadekar têkildarî mitîngê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku Rojhilata Navîn ev sed sal in bi pirsgirêkan re rû bi rû ye û divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Şahîn, wiha got: “Gel divê ji bo aştiyeke birûmet bi hev re bin. Êdî tehemûla gelan nemaye û divê bên çaresekirin.”    ‘EM BI HEV RE AZAD BIBIN’   Bi domdarî Şahîn, wiha got: “Aliyên aştiyeke birûmet divê bi muxatabên xwe re di nava heman şertan de bin û hewceye gel piştgiriyê bide. Ji bo çareserkirina pirsgirêka hewceye muzakere di şert û mercên azad û wekhev de bên kirin. Divê şertên vê jî çêbibin. Em ê ji bo aştiyê bi dirûşma azadiyê li Amedê mitîngê li dar bixin. Li Amedê jî divê em tevî gelê xwe ji bo şertên aştiyê ava bibin bixebitin. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin mitînga 8’ê Sibatê. Em bi hev re azadî û aştiyê bînin.”   Şahîn, da zanîn ku di mitîngê de dê têkildarî çareseriyê peyam bên dayin.    ‘EM BI DESTÊ HEV BIGIRIN’   Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî wiha got: “Divê êdî berxwedana gelê kurd a ji bo aştiyê daye bi azadiyê tacîdar bibe. Êdî tehemûla gelê Kurd nemaye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ne tenê pirsgirêka gelê Kurd lê pirsgirêka Tirkiyeyê jî. Kurd her tim banga aştiyê dikin. Em dixwazin li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştiyeke mayide bikeve meriyetê. Li dijî bendên li pêşiya aştiyê hatine danîn em bi destê hev bigirin û aştiyê pêk bînin. Bila girtîgeh bi aştîxwazan tije nebin. Lewma divê em di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Em tevahiya gelê xwe yê aştîxwaz vedixwînin mitîngê.”