Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin 2025-02-03 12:31:53 SÊRT - Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm de civîna xwe ya meha Sibatê li dar xist. Hevşareda Sofya Alagaş got ku ew ê biryara tayînkirina qeyûm nas nakin û têkoşîna xwe bidomînin. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê didomin. Welatiyên li pêşiya şaredariyê hatin gel hev gelek caran dirûşmên ““Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûmê dizek”, “Em ê bi berxwedanê biser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, parlamenterên DEM Partiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Endamên Meclisa Şaredariyê niha li qada çalakiya nobetê civîna xwe ya meha Sibatê li dar dixin.    Parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî di civînê de axivî û diyar kir ku 20 endamên meclisê yên DEM Partiyê û 11 endamên AKP'ê yên meclisê hene. Mehmet Kaysî, destnîşan kir ku endamên meclisê yên AKP'ê nehiştin endamên partiya wan bikevin şaredariyê. Mehmet Kaysî banga rawestandina vê bêhiqûqiyê kir.   Hevşaredar Sofya Alagaş jî destnîşan kir ku îro li gelek deverên cîhanê jinên Kurd roleke sereke lîstine ku ji cîhanê re bûne hêvî û ev tişt anî ziman: “Dema ku hûn li vir zordestiyê dikin, têkoşîna me ya bi rûmet li seranserê cîhanê belav dibe. Zîhniyeta qeyûm êrişa li dijî hevserokatiyê ye. Êrişa li dijî destkeftiyên jinan e. Qeyûm kolonyalîst e. Tiştê ku gelê we ye tune bike. Êrişa li dijî çand û ziman e.”   Bi domdarî Sofya Alagaş diyar kir ku endamên meclisê yên AKP’î tev li civîna wan nebûne û wiha got: “Li şûna we qeyûm hat tayînkirin, hûn li ku ne? Çima hûn mafên xwe naparêzin? Em ê bi gelê xwe re biryaran bidin û xebatên xwe bidomînin. Em biryara ku hatiye dayîn nas nakin.”    Piştre civîna meclisê dest pê kir. Rojeva civînê bû tayînkirina qeyûman.    Civîn bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.