Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje 2025-02-03 15:44:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di civîna gel a li Mêrsînê de axivî û wiha got: “Birêz Ocalan sermuzakerevan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje.”  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” de li gelek bajaran bi gel re civîn li dar xistin.    QERS   DBP û DEM Partî li Qersê bi gel re civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan GOçer û endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Dîgor û Bazarcixê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat hilayîstin.    Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamenter Yilmaz Hun axivî. Hun, diyar kir ku gelê Kurd bi sed salaye tê înkarkirin û li dijî vê înkarê têdikoşe. Hun, anî ziman ku “Plana Têkbirinê” ya li dijî Kurdan niha bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê domandin û wiha got: “Her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê tecrîd û plana têkbirinê li ber xwe dide. Her wiha li 72 welatan gel ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li qadan e.”    ‘LI REXEKÎ DIYALOG LI REXA DIN ÊRIŞ NABIN’    Hun, daxuyand ku di encama têkoşîna heta niha de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoyeke diyalogê ya hêj nav lê nehatiye kirin hatiye destpêkirin û got: “Li gorî me zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Ji bo ev diyalog veguhere pêvajoyeke çareseriyê, erk û berpirsyartiyên me hene. Li rexekî pêvajoya diyalogê û li rexa din jî êrişên ser Rojava û tayînkirina qeyûman heye. Pêkan nîne bi van nakokiyan ev pêvajo bikare bidome. Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di çarçoveya neteweya demokratîk de bi hev re bijîn, pêşniyarek pêşkeş kir. Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye. Birêz Ocalan û gelê Kurd ji bo aştiyê amade ne. Divê êdî dewlet gavê biavêje. Divê ji ewil tecrîda li ser birêz Ocalan rake û zemîna ku birêz Ocalan bi gel re bê ba hev, amade bike. Divê birêz Ocalan azad bibe. Hewceye dewlet zextên xwe yên li ser Rojava bi dawî bike û statuya Rojava nas bike. Ji bo ev çêbibin jî divê em têbikoşin.Lewma divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”    MÊRSÎN   Dem Partiyê li Mêrsînê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û gelek kes tev li bûn.    'MÎNA DUH ÎRO JÎ EM BI HEV RE NE’    Seza Temellî di civînê de got ku Rêya Sêyemîn tekane rêya sereke ye û ev tişt anî ziman: “Em bi biryardarî di Rêya 3'yemîn de dimeşin û mîna duh îro jî em ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bînin vê xakê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi hev re ne. Li Tirkiyeyê her pirsgirêk mîna girêkekê ye û rizîbûneke civakî heye. Li gel krîzên aborî û civakî, krîzeke mezin a siyasî jî heye. Sedema vê krîza siyasî jî meseleya Kurd e ku hemû dinyayê qebûl kiriye. Heta hûn meseleya Kurd çareser nekin, il vê xakê hûn nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin.”    'RÊYA AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE’   Temellî, got ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û wiha pê de çû: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramî were herêmê divê ev meseleye li ser zemîneke demokratîk û siyasî were çareserkirin. Rêya vê jî, rêbaza vê jî muxabatê wê birêz Ocalan e. Sermuzakerevan birêz Ocalan e. Çareseriya pirsgirêkan bi neteweya demokratîk pêkan e. Çareserî avakirina pêkvejiyanê ye. Muzakereyeke li ser hîmê hemwelatiya wekhev e. Vaye em ji bo vê têdikoşin.”    'SERMUZAKEREVAN BIRÊZ OCALAN E’   Di berdewamê de Temellî nêzikatiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê vegot û wiha domand: “Piştî pêvajoya 2013-2015’an têk çûyî, Tirkiye kete nava kaosê. Di esasê xwe de perspektîfa birêz Ocalan danîbû holê, gavên avêtî, bangên wî û perspektîfa bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê danîbû pêş, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûbû hêvî. Lê belê mase hilweşandin û ‘Plana têkbirinê’ amade kirin. Sedema van êş, mexdûrbûn û pirsgirêkan jî ev heye. Em niha di nava pêvajoyeke nû de ne ku ji Cotmehê ve dest pê kiriye. Gelo dikare bibe zemîna muzakereyan? Belê, dibe. Ji bo avakirina vê zemînê jî, rêya avakirina neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn jî girêdayî avêtina van gava ye.”   ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HER GAVA OCALAN DIAVÊJE’    Temellî, bi lêv kir ku ji bo amadekirina zemîna muzakereyê divê têkoşîn were mezinkirin û ev nirxandin kir: “Divê em têkoşîna xwe civakî bikin. Divê em her kesî tevî siyasetê bikin û birêxistin bikin. Ev serdem, serdema veguherîna demokratîk e. Kî li dijî vê derkeve dê nekare encamê bidest bixe. Qeyûm, binçavkirin, girtin û bomberankirina Bendava Tişrînê dê nekare ew bi ser kevin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşînê mezin bikin û birêxistin bikin. Weke sermuzakerevan, birêz Ocalan çi gavan biavêje em ê piştgiriyê bidin wî. Ji bo xurtkirina vê û jîndarkirina vê perspektîfê em li vir in.”    Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.    SEMSÛR    Li Semsûrê jî li eywaneke dawetan bi gel re civîn hat lidarxistin. Endama MYK’A DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PM’ê Sabuha Akdag, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” li eywanê hate hilayîstin.    Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun axivî û wiha got: “Di demeke ku li welatê me hêviya aştiyê mezin bûyî de, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî ku ji bo encamgiriya hevdîtinên bi birêz Ocalan re hewl bidin. Nêzikatiya erênî ya raya giştî ya li hemberî pêvajoyê, dê perspektîfa jiyanê xurtir bike. Şêweyê sereke ya pêvajoyê em ê bi hêza xwe ya rêxistinî diyar bikin. Lewma em ê têkoşîna hevpar û tifaqa xwe ya bi gelên bindest û derdorên demokratîk re mezintir bikin. Di serî de karker û kedkar, jin û ciwan, em ê zemîna têkoşîna hevpar xurtir bikin. Bi polîtîkayên qeyûman re îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Divê demek beriya demekî pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin.”    Piştî nirxandinên siyasî, civîn bi pêşniyar û rexneyên beşdaran bi dawî bû.    BEDLÎS   Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên DEM Partiyê yên Bedlîsê Semra Çaglar û Huseyîn Olan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.    Di civînê de ji ewil Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Gelê Kurd zêdetirî 50 sal in li ber xwe dide. Gelê Kurd nasname û çanda xwe parast û xwe gihand van rojan. Li Rojhilata Navîn geşedanên nû hene. Rojava, encama bedelên giran e û niha rastî poLîtîkayên dijminatne tê. Esad ket û HTŞ çû Şamê û bi pêşegtiya Tirkiyeyê êriş li Rojava tên kirin. Rojava, li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şer hate kirin, rûmeta mirovahiyê hate parastin. Ev êriş bes nekirin ku niha her roj êrişan dibin ser Rojava. Sivîl û rojnameger tên qetilkirin.”    Ozturk, bilêv kir ku guherînên li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan pêk nayên û wiha pê de çû: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn aktoreke mezin e. Me heta niha çawa li ber xwe dabe dê ji vir û şûnde bêhtir têbikoşin. Qedera Rojava jî em ê diyar bikin û qedera me jî gelê Rojava dê diyar bike. Hemû dinyayê dît bê ka gelê me di şoreşa Kobanê de çawa têkoşiya. Di ferqa vê de ne. Êrişên dewleta tirk hem li vir hem jî li Rojava didomin. Armanca wan ew e ku di demeke kin de gelê Kurd bêdeng bikin û tune bikin. Lê belê ne em, ew tune bûn û tune dibin. Aboriya Tirkiyeyê ji ber vê dijminatî û êrişên ser Kurdan têk çû. Heke çareseriyek hebe, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe destê xwe dirêj dike. Birêz Ocalan ji gelê xwe piştrast e û gel jî ji biryarên birêz Ocalan piştrast e.”    Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.