Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin 2025-02-03 16:26:14   ENQERE - Jinan, biryara Dadgeha Bilind a der heqê Pinar Gultekînê de li pêşiya Wezareta Dadê protesto kirin û gotin: “Em dibêjin ku cînayetên jinan polîtîk in û em biryarên ku hebûna îktîdara mêrê serdest didomînin nas nakin.”    Xwendekara Zanîngehê Pinar Gultekîn di 16’ê Tîrmeha 2020’an de li Muglayê winda bûbû û di 21’ê Tîrmehê de derket holê ku ji hêla Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cemal Metîn Avci piştî cînayetê hatibû girtin. Dadgeha Bilind cezayê muebbeta giran ê li Cemal Metîn Avci hatibû birîn, betal kir.    Platforma Jinan a Enqereyê ji bo protestokirina biryarê li pêşiya Wezareta Dadê çalakî li dar xist û daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji hêla endama platformê Leyla Mavîlî ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Daraz bi biryarên xwe kujeran diparêz e. Em jinên ku li dijî tundiya mêr têdikoşîn biryara ku hatiye dayîn ji nêz ve nas dikin. Ji ber ku di gelek dozên jinan de heman biryar hatibûn dayîn. Daraz bi hinceta ‘tehrîka neheq' kujeran diparêze. Di biryarê de gotin ‘Kujerê Pinar Gultekînê Cemal Metîn Avci, plansaziya kuştinê nekiriye, bi hestên cinawirî tevnegeriyaye û tenê bi eziyetê kuştiye.’   JI HEMAN DADGEHÊ DU BIRYARÊN CUDA    Dadgeha herêmî cezayê muebbetê da kujer Cemal Metîn Avci û dû re bi hinceta 'tehrîka neheq' ceza daxist 23 salan. Ev biryar ji hêla Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê ve hat betalkirin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Dosya cara duyemîn çû Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî biryar betal kir û hinceta ‘qetilkirina bi şewitandinê û jiholêrakirina delîlan nayê weteya ku bi hêstên cinawirî hatiye kuştin.’ Heman daraza mêr, der barê Nevîn Yildirim a ku bi tundiya sîstematîk re rûbirû dima û parastina mafê jiyana xwe kir, ji mafê 'tehrîka neheq' sûde negirt û cezayê muebbetê lê birî.   EM Ê PERGALA BÛYE SEDEMA MIRINA BI SERÊ WE DE HILWEŞÎNIN    Em dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Em careke din dibêjin; em peyama kujerê Pinarê ya ku di 5'emîn danişînê de şandibû 'Betalkirina Peymana Stenbolê di cih de ye' em tu carî ji bîr nakin. Em biryarên ku îktîdara serdest a mêr didomîne û polîtîkayên bêcezahiştinê û kemkirina cezayê ‘tehrîka neheq’ qebûl nakin. Em ê pergala ku bûn sedema mirina Rojîn, Ayşenûr, Îkbal û yên dinê em ê bi serê we de hilweşînin. Malbat, civak, daraz û dewlet her tim parastina mêran dikin û em kujeran baş nas dikin.”    Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.