ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-21 09:00:23   * Der barê 3 kesên ku di çalakiya qeyûm a li Edeneyê de bi tundiya polîsan re rû bi rû mabûn, bi îdiaya "astengkirina peywirê" doz hat vekirin.   * Qedexeya "çalakî-protestoyan" a 7 rojan a ku Walîtiya Amedê di 21-27'ê Mijdara 2022'yan de dabû, 2 sal şûnde li dijî "hiqûqê" hat dîtin û hat betalkirin.   * Girtiyê bi navê Bager Sayak diyar kir ku li girtîgehan tecrîda mutleq heye û wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din zextên li girtîgehan zêde dikin."   * Seyît Kiliç ê di dema serdegirtina polîsan a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de tundî lê hat kirin û ji ber vê çavên wî zirar dîtin got: "Nehiştin alîkariya kesên ku ji ser hişê xwe çûn jî bê kirin."    * Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fethî Tapaç diyar kir ku pêvajo bi gotinên Devlet Bahçelî û Erdogan wê nemeşe û got ku ji bo çareseriyê divê garantiya destûra bingehîn hebe.   * Endamê OHD’ê parêzer Şemdîn Şahîn diyar kir ku divê mafê hêviyê bêyî şert bê bicihanîn û got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê şert û mercên fîzîkî yên birêz Ocalan bên cîbicîkirin.”    * Serlêdanên ji bo 2’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin. Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Sînan Halat banga tevlibûna pêşbirkê kir.    * Şaredariyên DEM Partiyî dê rapora xebata 3 mehan a kampanyaya “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bidin sekinandin” li Eywana Konferansan a Alî Emîrî ya Amedê eşkere bikin. (10.00)   * Înîsiyatîfa Ji bo Azadiyê Huner dê têkildarî kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatin binçavkirin li Stenbol û Îzmîrê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li gelek bajaran meş, panel, konser û daxuyanî bên lidarxistin. (12.30-20.00)    * Li Wan û Sêrtê dê têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî bên dayin. (14.00) ZINDÎ