Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e 2025-02-28 07:36:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng" nirxand. Qesra Spî têkildarî banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêber Apo weke "Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng" nirxand.   Hughes got: "Ev geşedaneke girîng e û em hêvîdar in ku wê di mijara hevalbendên me yê li dijî DAÎŞ’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji arambûna mutefîkê me yê Tirk re bibe alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê aştiyê bîne herêmê.”