Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin 2025-02-28 15:31:18   AMED - Şaredariya Sûrê, li navçeyê Navenda Piştgiriyê ya Jinê vekir.    Şaredariya Sûrê ya Amedê li Kolana Mizgefta Kadi ya li Taxa Dabanoglûyê Navenda Piştgiriya Psîkolojîk û Hiqûqê ya Jinê vekir. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol di vekirina navendê de axivî û got ku wan li tax û malan xebat meşandine û di encamê de gihiştine wê encamê ku navendê vekin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet herî zêde bandorê li gel û jinên Kurd dikin û got: “Yek ji cihên ev polîtîka herî zêde lê tên meşandin jî Sûr e. Sûr, ji bo Amedê hafizeya têkoşînê ye. Hafizeya çand, ziman, ked û nasnameya me ye. Xwestin Sûrê ji mirovan vala bikin. Armanca din a van polîtîkayan jî bikaranîna nasname û bedena jinan e.Lewma me banga sedsalê duh li Sûrê da. Piştî bi salan peyama birêz Abdullah Ocalan hat ragihandin. Duh, ji bo me destpêka jiyaneke nû ye. Divê em jin pêşengtiya jiyana nû bikin û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me. Ji ber ku em jin paradîgmaya xwe ji birêz Abdullah Ocalan digirin.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî bal kişand ser girîngî û wateya Sûrê û got: “Em jin divê Sûrê jinûve ava bikin. Divê em jiyana xwe bi jiyaneke kolektîf jinûve ava bikin.”    Piştî axaftinan, qurdele hate birîn û navend hate vekirin.