PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin 2025-03-01 08:23:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku tevli banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibin, dê tiştên pêwîst pêk bînin û agirbest îlan kir.  Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, PKK'ê da zanîn ku tevli banga Abdullah Ocalan dibin û dê tiştên pêwîst bi cih bînin.    AGIRBEST HAT ÎLANKIRIN   Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniyê de Abdullah Ocalan silav kir û  diyar kir ku ji bo bang pêk were û bikeve meriyetê ji îro pê ve agirbestê îlan dikin û wiha hat gotin: "Heta li hemberî me êrîş pêk neyê dê tu hêzeke me leşkerî çalakiyên bi çek pêk neyne. Berdana çek ji bo pêk were ancax bi pêşengiya pratîk a Rêber Apo mimkun e."   PKK'ê da zanîn ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kiriye û wiha got: "Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne.Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin. Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin."   Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nîvsedsala dawî de PKK'ê lehengiyên mezin pêk aniye û wiha hat gotin:  "Her tişt bi têkoşîneke mezin a lehengî, fedekarî, berdêl û kedên mezin hatin bidestxistin. Em hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna azadiyê bi rêz, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. A niha em bi heman ruh û baweriyê destkeftiyên dîrokî yên berbehs derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dibin. Hişmendiya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye û tecrûbeya mezin a PKK’ê afirandî, başî, rastî, bedewî û hêza rêvebirina têkoşîna azadiyê ya bi rêya siyaseta demokratîk dide gelê me."   'DIVÊ RÊBER APO KONGREYÊ BI RÊVE BIBE'   Di daxuyaniyê de hat gotin ku amade ne li gorî daxwaza Abdullah Ocalan kongreya partiyê li dar bixin û ev tişt hatin gotin: "Lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Heta niha li gel hemû xeta û kêmasiyan me rêveberiya şerî kir; lê belê bes Rêber Apo dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike."   ŞERT Û MERCÊN AZADIYA FÎZÎKÎ, JIYAN Û XEBITÎNA AZAD    PKK'ê bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got: "Rastiyên şênber pir eşkere nîşan didin ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî pêk were, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêşxistina tevgera demokrasiya kurevî, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan ên ku karibe bi awayeke fizîkî azad bijî û bixebite bên mîsogerkirin, hevalên wî jî di nav de karibe bê astengî bi kesên ku dixwaze re têkiliyê çêbike. Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê yekê ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve bên bicihanîn."   DESTPÊKEK NÛ YE   PKK'ê da zanîn ku ev bang ne dawî ye, destpêkek nû ye û wiha hat gotin: "Weke ku di daxuyaniyê de pir balkêş tê gotin û bi awayekî eşkere radixe berçavan ku tiştên ku divê di 35 salên dawî de û bi taybetî di van 20 salên dawî de bihatana kirin, lê bi qasî tê xwestin di dema xwe de nehatin kirin, niha divê teqez bên kirin. Di vî warî de pêwîst e Banga Rêbertiyê, sedemên wê, taybetmendî û erkên pêvajoya nû ya ku daye destpêkirin rast û têr bê fêmkirin û divê pêwîstiyên wê serketî pêk bînin. Divê bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin nêzî naveroka bangê bibin û gelekî girînge ku li her qadê bi awayekî serketî were bicihanîn."   PKK'ê got ku ji bo serkeftina bangê divê hemû kes berpirsyariya xwe bibîne û wiha got:  "Em ji bîr nekin ku barê herî mezin Rêber Apo her tim hilgirtiye ser milê xwe, rêya me ronî dike û pêşengiya me dike. Niha bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' gaveke nû davêje û ji bo hemû bindestan bi taybetî jin û ciwanan pêvajoyeke nû ya têkoşînê dide destpêkirin. Ji ber vê yekê em taybetmendiyên vê pêvajoya nû rast fêm bikin û li ser esasê ku her tim li hemberî her cure sextekarî û êrîşan amade bin, erkên wê bi serketî bi cih bînin. Em rêxistinbûna xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bi cesaret û fedakariyeke mezin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê geş bikin. Divê em hemû ji bo serketina Banga Rêbertiyê xwe berpirsyar bibînin.   KELECANA 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ   Va ye, em ketin meha Adareke nû û kelecana 8'ê Adarê û Newrozê dijîn. Em Şoreşa Azadiya Jinê li ser bingeha Jineolojiyê pêş dixin û li ser xeta Şaristaniya Demokratîk jiyana civaka exlaqî û polîtîk bi rêxistin dikin. Em hewl didin heqîqeta Apoyî bi awayekî rast û têr fêm bikin û şoreşa heqîqetê ku şoreşa zihniyet û şêwazê jiyanê ye pêş bixin. Banga Rêber Apo ya dawî di eslê xwe de banga xurtir xwedî li 8'ê Adarê û Newrozê derkevin û bi kelecaneke mezin pîroz bikine. Ji her kesî zêdetir divê jin û ciwan vê Bangê rast fêm bikin, bi xurtî xwedî lê derkevin û pêdiviyên wê bi cih bînin.Li ser van esasan em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Newrozê li hemû jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê xwedî li banga Rêbertiyê derkevin û li her qadê têkoşîna azadiyê geş bikin!"