Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe 2025-03-01 09:54:50 ENQERE – Sekreterê Giştî yê 2021 Tum Emeklîlerê Alî Surucu diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bandoreke erênî li ser teqawidan bike û got: "Eger ev pirsgirêk çareser bibe, herî zêde em teqawîtbûyî em ê jê sûd wergirin." Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Teqawıdan (2021 Tum Emeklî Sen) Alî Surucu bal kişanda ser bandora mutemel a çareseriya pirsgirêka kurd a li teqawidan û got ku ger pêvajo bi ser bikeve wê şert û mercên jiyanê yên teqawidan baş bibe.    Surucu bal kişand ser bandora zêdekirina lêçûnên ewlehiyê li ser krîza aborî û got ku wê li weltê aştiya navxweyî pêk bê û wê di atmosfereke wiha de asta jiyê ya teqawidan jî biguhere.    Surucu bal kişand ku di muzakereyên budçeyê yên her sal de bi daxwaza "Budçeyek ji bo teqawît û karkeran, ne ji bo şer, ne ji bo rantê" daxuyaniyan didin. Surucu got: "Bila pereyê ku ji bo şer tê veqetandin ji bo perwerdehiyê, ji bo tenduristiyê, ji bo teqawidan bê xerckirin. Ji lew re budçe tenê ne ew tişt e ku hejmar li ser hev bên rêzkirin, ew tişt e ku wê çavkaniyên welat çawa li gor çînan bên dabeşkirin. Sendîka hay ji vê hene."    'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E'   Surucu da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd parlamento ye û got: "Yanî eger pirsgirêkên herî qedîm ên welêt li meclisê bihatana nîqaşkirin û çareserkirin, wê aştî û hawîrdoreke aram li welat pêk bihata. Her kes wê pirsgirêkên xwe hêsantir bigota."   Surucu da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd dê bi kêrî teqawîdan were û got: "Eger welat aram bibe û hemû pirsgirêkên welat çareser bibin, yên ku herî zêde sûdê ji vê yekê werbigirin wê teqawid bin. Em ê rastî feqîrbûneke bi vî rengî neyên, em bi rihetî xwe birêxistin bikin, em ê mafên xwe baştir bînin ziman. Ev her tim ji bo me tiştekî erênî ye."